Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Ocalan îro… sibê dereng e

10/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
15’ê Tebax
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Amerîka dixwest ji Rojhilata Navî û heta Asya Navî jinûve dîzayin bike. Bi şerê Kendavê jî dest bi vê pêvajoyê kir. Dema ku Saddam Kuweyt dagîr kir, şerê cîhanê yê sisiyan jî dest pê kir.

Dixwestin wan dewlet û rêxistinên ku li herêmê bihêz in, bêbandor bikin. Di nava van hêzan de PKK û rêberê wê Ocalan jî; ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navî talûkeya herî mezin didîtin.

Ne pêkan bû ku bi wan re li hev bikin û tev bigerin. Ji ber vê yekê jî diviya ev astengî jî ji holê bê rakirin.

Bi vê yekê re pêvajoya zor û zehmet, di 9ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir. Ocalan ji Sûriyê veqetiya, ji bo tevger nekeve xeterê ew çiyayên xeyal dikirin tercîh nekirin û berê xwe da Ewropa.

Dema derbasî Yûnanistanê bû, êdî rengê pêvajoyê jî hêdî hêdî zelal dibû. Ev reng jî komploya navneteweyî bû. Rêber Apo ji welatekî derbasî welatekî din dibû.

Lê navenda komployê NATO, li du şopa wî bû. Dewlet dihatin tehdîtkirin yan jî dihatin iqnakirin.

Dema ku di 15’ê Sibata 1999’an de, Ocalan radestî Tirkiyê kirin perdeyeke kopmloyê hat girtin. Lê ji bo ku komplo bi dawî nebûbû, perdeyeke nû vedibû.

Ocalan, ev komplo dîtibû û ji bo ku bêbandor bike dest bi têkoşînê kir. Bi ser ket û pêşî li şerê nava gelan girt.

Hêzên komploger dema Rêber Ocalan radestî Tirkiyê kirin xwe nedan aliyekî, mûdaxeleya wan ya komployê dewam dikir. Wisa bû ku di biryarên tecrîdê de jî rola wan hebû. Li ser daxwaziya wan Tirkiyeya qerdiyan dozaja tecrîdê sist dikir yan jî zêde dikir.

Komploger li gorî stratejiya şerê cîhanê yê sisiyan dîrektîf didan Tirkiyê. Gelek daxwaziyên wan ji Rêber Apo hebûn, lê wî qabûl nedikirin. Ocalan li gorî berjewendiyên gelên Rojahilata Navî tev digeriya.

Hêzên komploger, bi radestkirina Rêber Apo, xwestin wî ji tevgera kurdî veqetînin û têk bibin.

 

Li hemberî vê yekê Ocalan, bi tedbîrên berfireh, pêşî li tasfiyeyê girt, komplo pûç derxist, tevgera azadiyê bi hêztir û mezintir kir.

Bi wê têkoşîna di Rêbertiya Ocalan de, li Rojava şoreşa gel pêk hat û niha Tevgera Azadiyê veguheriye aktora sereke ya li Rojhilata Navî.

Perspektîf û îdeolojiya wî, li Rojhilata Navî rojbiroj belav bû. Piştî şerê Kobanê cîhanê jî Rêber Apo na skir. Wisa ku ji bo azadiya wî kampanya dane destpêkirin.

Lê her tişt bi dawî nebû. Komploger hê jî di kemînên bêbextiyê de li benda Kurdan in ku hemleyeke xelet bileyîzin. Rêber Apo di dawiya parêznameya xwe de balê dikişîne ser ve metirsiyê û waha dibêje:

Divê bê zanîn ku armanca bingehî ya hêzên hundir û derve yên komplo amade kirine ev e û divê qet neyê jibîrkirin ku di dem û cihê guncaw de, wê dest bi îmhayeke wiha bikin. Şert e ku mîna ev komkujî wê sibe bê kirin, bi her awayî amadekariyên parastinê werin kirin.

Dive herkes vê paragrafa ku rêber Apo bal kişandiye ser baş bixwîne û li gorî wê jî sekneke xwe ya dîrokî nîşan bide. Sibê pirr dereng e divê amadekariyên parastinê, ji îro ve temam bibin.

Di sala 2021’ê de êdî şerê cîhanê yê sisiyan ber bi dawî ve diçe, an jî derbasî merhaleyek nû dibe. Di dawiya vî şerî de eger masayek were danîn, dive Ocalan jî li ser wî maseyî Kurdan û gelên Rojhilata Navî temsîl bike. Ji bo vê yekê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ya fizikî divê were mezinkirin. Divê Ocalan îro azad bibe; sibê wê pirr dereng be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.