Rojnameya Ronahî

Dîplomasiya Ford ya kirêgirtiyan e…

Idrîs Henan

Balyozê DYA yê berê li Sûriyê û lêkolînerê Navenda El şerq El Ewset li Washîntonê Robêrt Ford bi destpêka aloziya Sûriyê re, bi tevayiya hêza xwe hewl da desteka rêveberiya Koçka Spî ji çekdarên tundrew re pêk bîne. Ta ku rêveberiya xwe toşî nêrîna xwe bike, di Tîrmeha 2011’an de serdana parêzgeha Sûriyê Hemayê kir û di binê konên sersaxiyê de bi lîderên Ixwan Elmislimîn re civiya. Ford ev serdan wek rêgirtina li ber komkujiyan pênase kir! Jixwe zilam wê çaxê ji wezîrê karê derve yê wê demê Welîd Elmuelim re wih got: “Nameya serdana ji Hemayê re ew e; ku haya we jê hebe, eger hûn komkujiyan weke salên 1982’yan bikin em we dibînin”.

Piştî vê bûyerê Ford ji Sûriyê derdikeve lê dilê wî li Hema, Humus û Helebê lê dide. Ji lewra zextê davêje ser rêveberiya Obama ku piştgiriya komên çekdar yên Sûriyê bike û eger pêkan be jî li dijî rejima Sûriyê mûdexeleya leşkerî bike!. Daxuyaniyên Obama yên piştî serdana Ford ya Hemayê ku girîngiya berterfikirina serokê rejima Sûriyê Esed îfade dikirin, hêviyên balyozê DYA’yê di vê derbarê de zêde dikirin. Lê bi borîna demê re û pasîfbûna helwesta Amerîka û mûdexeleya Îran, Hizbûlah, Rûsya û destwerdanên dewleta Tirkan nava teşegirtina van komên çekdar de, Ford helwesta rêveberiya Obama ya destgirtina dosyaya Sûrî rexne kir. Ford di vê derbarê de digot, Obama difikirî ku Rûsya bikeve çiraveke dişibe ya Amerîka li Viyetnamê. Lê tişta pêwîst dike bala mirov bikşîne ew e ku li dijî hêza DYA’yê li Viyetnamê, Çînê û Sovyetan çek dişandin Viyetnamê. Dêmekî Ford dibêje; eger mijar di destê min de bûya, minê jî tundrewên Sûriyê biçek bikiran!

Robêrt Ford, ta ku dilsoziya xwe bi tevgera Îxwan Elmislimîn û şoşbanê wê Erdogan re destnîşan bike, rojbiroj û di çi boneya biçûk de be, vîna gelan ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê hedef digire û analîzên curbercur çêdike. Hewl dide şiklê alternatîf yê ku li wê herêmê bi yekîtiya gelan re derketiye bêwate bike û bêprojebûna hegemoniyê û aliyê desthilatdar bi ajîtasyonên reşkirin û tepisandina heqîqetê re binixumîne.

Di hemû nêzîkatî, analîz û nivîsên Ford de diyar dibe ku zilam li pey rizamendiya dewleta dagirker a Tirkiyê ye. Hewl dide raya giştî bide iqnakirin ku sîstema nenavendî yan federasyon ne gengaz e li Sûriyê pêk were. Bê ku tiliya dewleta Tirkan tê de be, qaşo çareserî li Sûriyê pêk nayê? Sîstema li bakurê Sûriyê sîstemeke etnîkî xwedî daxwaziyên cudahiyê ye? Di esas de rêveberiya Amerîka Kurdan weke kartekê bi kar tîne û wê di demeke nêz de bavêje? Di heman demê de tişta ku Kurd dikin ne xeşîmiya siyasî lê belê tiştekî ne exlaqî ye? Kurdên Sûriyê şaş dikin ku baweriyê bi DYA’yê tînin?

Diyar e zilam karekî bi kirê dike û pereyên gelek mezin bi çiwalan distîne. Vê dawiyê jî Ford bi awayekî gelek xirab statûya li bakurê Sûriyê weke dewletokekê bi nav dike ku dewleta Tirkan, çeteyên wê û rejîma Sûriyê li hemberî vîna gelan sor bike. Xuya ye careke din Ford ku nûnerê dîplomasiya derve ya DYA’yê bû, li hemberî dîplomasiya gelan ya Netewa Demokratîk têk çûye û nikariye xwe rabigire ku ewqas sorkirin û ajotinan li hemberî Rêveberiya Xweser dide meşandin.