Rojnameya Ronahî

‘YBŞ û YJŞ vîna gelê Şengalê ne’

Îbrahîm Kaban: Civaka Êzîdî koka gelê Kurd e û Şingal jî remzeke dîrokî û pîroz e. Ji ber wê parastina wê erkê her Kurdê xwedîşerefê û xwedîxîret e. 

Dewleta tirkî ya dagîrker bi hedefa qirkirina gelê Kurd, êrişên xwe yên li ser Kurdistanê zêde kirine. Yek ji deverên Kurdistanê yên herî zêde rastî siyaseta qirkirinê û êrişên dagîrkeriyê tên Şingal e. Di serî de dewleta tirkî, dewletên dagîrker dixwazin di kesayeta civaka Êzîdî de, civaka Kurd tine bikin û fermana 73yan pêk bînin. Li ser siyaseta dewleta tirkî ya faşîst û êrişên wê yên ser civaka Êzîdî, şîrovekarê siyasî û berpirsê Tora Jeostratejî ya lêkolînê  Îbrahîm Kaban bi me re axivî.

Kaban diyar kir ku li dijî siyaseta qirkirinê û komkojiyan, gelê Şingalê bi berxwedana xwe şoreşeke civakî û demokratîk ava kir û axaftina xwe wiha domand: “Ji bo parastina hebûna xwe, gelê me li Şingalê xwe bi rêxistin kir, parastina xwe ya rewa pêk anî û li Şingalê guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û baweriya bi xwe, gelê Şingalê ji bo xwe nasnameyeke nû afirand. Lê heta Rêveberiya Xweser ya Şingalê bi awayekî fermî neyê qebûlkirin, wê li ser civaka Êzîdî xeter hebe.”

Kaban di dewama axaftina xwe de da zanîn ku tevî êş û azarên hatîn kişandin, gelê Şingalê di xwe de hêza jinûavakirina Şingalê dît û wiha got: “Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şingalê, hêzên parastinê yên mîna Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) hatin avakirin. Ji bo civaka Êzîdî ev şoreşek bû. Cara yekê ye ku bi îradeya xwe ya azad xwe bi rêxistin dike û ji bo ku li herêmê hebûna xwe bidomîne, li çand û dîroka xwe xwedî derkeve. Ev jî gaveke pîroz e.”

Îbrahîm Kaban têkildarî rewşa Şingalê û metirisiyên li ser civaka Êzîdî, wiha axivî: “Rewşa Şingalê pir cidî ye. Kesên 3yê Tebaxa 2014’an civaka Êzîdî bi fermanê re rûbirû hiştîn, niha dixwazin bi fermanên siyasî vê îradeya wan tine bikin. Ji ber wê di navbera vê fermana siyasî û fermanên din de ti cudayî nînin. Li dijî van fermanan, xweparastin û xwedîderketina li hebûna xwe mafên herî rewa yên civaka Êzîdî ne. Şingal jî ji bo Kurdan remzeke dîrokî û pîroz e.”

Îbrahîm Kaban bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna xwe ya demokratîk bidêmînin û destkeftiyên xwe biparêzin û axaftina xwe wiha qedand: “Li hemberî gefên li ser Şingalê divê li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd bi helwesteke hevbeş û yekgirtî li ber xwe bidin û deskeftiyên şoreşa azadiyê biparêzin. Çiqas berdêl giran be jî, di dawiyê de wê têkoşêna azadiyê bi ser bikeve.”