Rojnameya Ronahî

Du sal qediyan lê kêliyekê nehat jibîrkirin

Hediya HISÊN-Qamişlo

9’ê Cotmeha 2019’an ji bo xelkê Serê Kaniyê û Girê Spî rojeke bêbext û reş bû. Êrişa dweleta tirkî ya dagîrker ya ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, bû sedema koçberiya bi hezaran malbatan. Ji ber êrişan malbatên her du bajaran neçar man dev ji mal û milkên xwe berdin û ji bajarên xwe dûr bikevin .Ji bo pêşwaziya koçberan, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdî 24`ê Cotmeha 2019an li bajarokê Tiwêna yê 12 km. li rojavayê bajarê Hesekê, Kampa Waşokanî vekir.

Ji rêveberiya kampa Waşokanî Stêra Reşik salvegera duduyan ya dagîrkirina Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kir û got, di dîroka gelê Kurd de ev roj rojeke reş e. Qîrîna jin û zarokan ji guhê me dernakeve. Bi çi mafî êrişî me kirin û bi hezaran zarokên me kuştin. Bi tevayiya amûrên şer êrişeke hovane kirin. Ji mafê herkesî ye ku bi aramî li bajarê xwe bijî.

Stêra diyar kir ku destpêka koçberiyê çûne bajarê Hesekê û di 85 dibistanan de bi cih bûne û axaftina xwe wiha domand” :24ê Cotmeha 2019an ji aliyê Rêvberiya Xwesr ve biryara avakirina kampa Waşokanî hat dayîn. Ji bilî Heyva Sor ya Kurdî, rêxistina Rojava û Rêvberiya Xweser ti rêxistinan alîkarî ji vê kampê re pêşkêş nekir.”

Li Kampa Waşokanî 15 hezar û 185 koçber dimînin ku li ser hezar û 917 konan belav dibin. Ew kon li erdeki 600 km2. hatine vedan. Herwiha hê 300 malbat li bendê ne ku kon ji wan re bên peydakirin da ku berê xwe bidin kampê.

Kamp dabeşî 15 beşan bûye û ji 85 komînan pêk tê. Her komîn ji 20 konan pêk tê, ku ji wan re xezanên ava vexwarinê û hwd. pêwîstiyên jiyanî veqetandine.

Tevî ku kevir li riyên di navbera konan de hatine danîn, ji ber mercên hewayê û tevgera şêniyên kampê kevir belav bûne û bi barîna baranê re erdê kampê dibe herî. Bi hatina zivistanê re pêwîstiya kampê bi her tiştî zêde dibe.

Derbarê rewşa tenduristiya kampê de Stêra ragihand ku rêxstina Heyva Sor ya Kurdî, Rêlayf û IRC alîkariya xelkê kampê dikin û got, ya ku barê wê giran Heyva Sor ya Kurdî bû. Ji ber wê li gorî pêwîstiyan me kamp dabeşî 3 fêzan kir. Her fêz û rêxistin dermanan ji wan re pêşkêş dike. Herwiha ji bo parastina koçberan ji vîrûsa korona tedabîrên pêwîst em digirin. Ji bo perwerdeya zarokan jî bi hevkariya desteya perwerdeyê, du dibistan hatine vekirine. Hezar û 500 şagirtên me hene. Herwiha ji bo aramiya kampê, bi şev û roj asayiş li ser kar e.

Stêra axaftina xwe wiha qedand: “Erê gelek pêwîstiya me bi alîkariyê heye, lê bengewaziya me ji rêxistinên mefên mirovan ne ji bo xwarin û vexwarinê ye, bangawaziya me ew e ku li hemberî dagîrkeriya dewleta tirkî ya faşîst xwedî helwest bin û ev dewleta dagîrker ji bajarê me derkeve da em vegerin bajarê xwe û bi azadî bijîn.”