Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

9ê Cotmeha 2021ê, Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye”.

10/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
19ê Tîrmehê Şoreşa Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Ednan Mustafa

Di dîroka her miletî de, rojên xweş û geş ku ti caran nayên ji bîrkirin û rojên weke lekeyeke reş di ceynika mirovan de û weke kanserê xwe bi cih dikin hene. Ev yek ji bo civaka me jî derbasdar e.

Di dîrokê de, civaka Kurdistanê weke civakên cîhanê, bi xweşî û nexweşiyên xwe di nava têkoşînê de ye. Berî 23 salan, di 9ê Cotmeha sala 1998an de, bi tehdîdên dagîrkeriya Tirkan li ser Sûrî starta komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn. Di weteyeke din de, eger gotin di cih de be berî 23 salan bi erêkirina hêzên navneteweyî fermana qirkirina Kurdan hat dayîn û di encamê de bi beşdariya Amerîka, İsraîl, Yewnan, Rûsya, Misir, Iraq, Sûrî û Dagîrkeriya Tirkan pêngava yekê ya plangeriya navneteweyî dest pê kir. Helbet di nava hêzên beşdarî plangeriya navneteweyî ya li dijî Rêber APO bûyîn de, her yek xwedî rol û cihê bû. Ji bo vê yekê fermandarê artêşa dagîrker Atîla Ateş di 9ê Cotmeha 1998an de, gef li Sûrî xwerin û got; eger hûn Ocalan ji sûrî dernexin emê êriş kin. Rêveberiya Sûrî ku di navbera gefûm Israîl û Tirkiyê de û ji aliyê din ve li hemberî fişareke navneteweyî bûn, nikarî xwe li ber bayê tehdîdên Tirkiyê bigire. Bi vê hewlestê desthiladariya El Esed bû beşek ji komploya navneteweyî û Sûriyê jî di aliyê xwe de li ser Rêber Ocalan fişarên xwe zêde kirin ku ji Şamê derkeve.

Dagîrkeriya Tirkan lewaziya rêvebriya Şamê baş dizanî. Ji ber wê 9 cotmehê wek rojeke taybet hilbijart û di wê rojê de starta koploya navneteweyî da. Sûriya ku di sala 1973yan de bi şerekî dijwar li dijî İsraîlê ketibûyê, 9ê Cotmeha 1973yan, her çiqas serkeftin bi dest xistibe jî, lê di esasê xwe de, Sûrî di şerê 73yan de bi ser neket. Di wî şerî de Sûrî ji % 20 axa Sûrî weke parêzgeha Quneytra vegerand, lê di esasê xwe de, girên Golanê nekarî ji destê İsraîlê rizgar bike.

Ji ber wê dagîrkeriya Tirkan ev baş dît û di heman dîrokê de Sûrî tehdît kir. Rêjima Tirkan ji bo vê tehdîda xwe bibe serî hevkarê Sûrî yê wê demê ku hevparê şerê 1973yan Misir xist dewrê ku diwarê siyasî jî zextekê li Hafiz El Esed bike ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji Şamê derxe. Ango komploya navneteweyî ya li dijî rêberê tevgera azadiyê, bi hemû ziraviyên wê ji aliyê dagîrkeriya Tirkan ve hatibû hesapkirin. Piştî 26 salan ji gefên Israîlê ya şerê 73yan, dagirkeriya Tirkan ev wek derfetek bi kar anî û li kêleka Israîl wê jî Sûrî tehdît kir.

Her çendî 23 sal di ser 9 Cotmehê re derbas bûbe û di encamê de Rêber APO di warê fîzîkî de weke dîl di destê faşîzma Tirkan de be, lê fikir û felsefeya Rêber APO weke pêleke ji deryayê li çar aliyên cîhanê belav bû û di encamê de têkoşîn mezintir kir.

Piştî 21 salan ji plangeriya navneteweyî, dagîrkeriya Tirkan, gev li bakur û rojhilatê Sûrî xwe û dest bi êrîşên hovane yên dagîrkeriya Serê Kaniyê û Girê Spî kir. Êrişa 9ê Cotmeha 2019an li ser Serê Kaniyê û Girê Spî, nîşana vê yekê bû ku dagirkeriya Tirkan di plana xwe ya navnetewî li dijî Rêber APO de vala derketiye, lewra piştî 21 salan careke din êrîşî nirxê ku Rêber APO li Rojava dabû avakirin kirin. Bi gotineke din sedemên ku dagirkeriya Tirkan 9ê Cotmeha 1998an êrîşî nirxên Tevgera Azadiyê kiriye, heman sedem e ku 2019an êrîşî nirxên ku bi keta Rêber APO li Rojava hatiye avakirin bû. Bi fikir û ramana rêberê tevgera azadiyê li Rojava şoreşga civakî hat pêkanîn. Civaka azad û weke hev afirand. Lewra dagirkeriya Tirkan û hevalbendê wê tehemûla vê yekê nekirin û biryar da ku çi nirxên bi encma keda rêber Ocalan hatiye avakirin, wê bike armanca êrîşên xwe. Di vê weteyê de, naskirin, nirxandin û  xwedî li Rêber APO derketin wetedare.

Ji bo vê yekê di salvegera 23yan ya plangeriya navneteweyî li dijî Rêber APO û di salvegera2. ya dagîrkirina bajarê Berxwedanê Serê Kaniyê û Girê Spî de, em bi yek deng û yek helwestê li pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber APO” ye xwedîd derkevin û komplogeran bêbandor bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.