Rojnameya Ronahî

Bi 9ê Cotmehê xwestin rojê li Rojhilata Navî tarî bikin

Serbest EHMED/ Qamişlo

9ê Cotmeha 1998an dewleta tirkî ya dagîrker li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan komploya jiholêrakirinê pêk anî, lê piştî binketina komployê, li hemberî têkoşîna azadiya Kurdan û rêberê wan komployên wê yên bêdawî dest pê kirin.

Çima komplo, çima Rêber Apo û PKK?

Ji destpêka salên 90î ve bi roxîna Yekîtiya Sovyetan, di serî de DYA hêzên hegemon ji bo kûrkirina dagîkeriya xwe li Rojhilata Navî bi pergaleke nû kar û plan dikirin.

Rêber Apo derbarê wê pêvajoyê de wiha dibêje :”DYA bi projeya xwe ya Rojhilata Navî ya mezin xwest di navbera netewperst û dewlet-neteweyan de şer derxe. Armanca wê li Rojhilata Navî misogerkirina serdestiya xwe ji bo sed salên din bû. Lêbelê diyar bû ku tevgerên azadiyê yên weke PKKê bi fikrên xwe ji vê projeyê re dibûn asteng.”

Ev tê wateya ku tevgera azadiyê ya bi fikrê Rêber Apo têdikoşe, digel gelê Kurd bandor li seranserê Rojhilata Navî kiriye û gelan fikrê Rêber Apo pejirandiye. Ya ku projeya wan bêbandor kirî ev fikir bû.

Hewldan û komployên berî 9ê Cotmehê

Hewldanên hêzên kapîtalîst yên ji bo rakirina astengiyan ji pêşiya projeya xwe, li dijî tevgera azadiyê, berî 9ê Cotmehê dest pê kirbûn. Ji bo wê ji 91ê heta 97an bi alîkariya hevkar û xayînên di nava Kurdan de êrişan dest pê kir. Lê êrişên wan bêencam man û Rêber Apo 93yan karî bi serokê wê demê Turgut Ozal re peyaman aştiyê çêke. Vê aştiyê projeya li ser Rojhilata Navî pûç dikir. Ji ber wê 17ê Nîsana 1993yan bi riya Gilado Turgut Ozal kuştin û peymana aştiyê bi ser neket.

Peyman Israîl û Tirkiyê ya 1996an û planên wan yên şêrê li dijî tevgera azadiyê jî parçeyek ji vê komployê bû. Piştî ku dîtin bi leşkerî nikarin bigihin armanca xwe, rasterast rêber Apo kirin hedef û bi kamyoneke bompebarkirî li Şamê ketin êrişê. Lê ev jî bi ser neket. Binketina êrişan û nigihîştina awmanca xwe rê li pêşiya domandina komploya li dijî Rêber Apo û PKKê vekir. Lê ew jî komploya 9ê Cotmehê bi rêbazên cuda bû.

Şerê xwe yê leşkerî yê binketî, kirin komplo

Piştî gefên rêjima faşîst ya tirkî û anîna hêzê ser sînorê Sûriyê, êdî Rêbertî ji sûriyê derdikeve û bi belafirekê ber bi Yewnanistanê ve diçe. Rêber Apo derbarê pêvajoya komployê de wiha dibêje: “Gava ez 9’ê Cotmeha 1998’an derbasî Yewnanistanê bûm, min qet hêvî nedikir ku hikûmet ewqas ketî be. DYA, Brîtanya û Îsraîl wekî baskekî cuda disekinîn. Jixwe di pirsgirêkên wiha girîng de ji polîtîkayeke hevbeş dûr bûn. Ev du sed sal in Brîtanya ev dused jê re pêşengî dikir. Polîtîkaya li ser Kurdan, bê Brîtanya nedihat hizirandin. Bi derketina Îsraîlê re êdî ev kontrol bi destê MOSAD’ê dihat kirin. Wê pişt re bihata fêmkirin ku, Îsraîl Moskova di kefa destê xwe de digire. Ev jî bi piştgiriya DYA ya madî û dîplomatîk dibû. Wek kesayet komploya li dijî min hatî kirin bi piranî çavkaniya xwe ji Ewropa digire. Bingehê vê yê du sed salî heye. Brîtanya û Fransa du sed sal in bi vê ve têkildar in. Piştî salên 90’î bi navbeynkariya hêzên Başûr hinek rê hatin vekirin. Dixwestin vê lîstikê di salên 90’î de bidin meşandin. Lê min destûr neda. Tu dibêjî qey DYA û Yewnanistan min diyarî Tirkiyê dikin. Ji Tirkiyê re gotin divê tu pirsgirêka Kurdan li gorî me çareser bikî. Helwesta Yewnanistanê jî yekbiyek li ser kuştina min bû. DYA û Yewnanîstan dîsa di ser min re digotin; ‘Bila ew hev bikujin, qetil bikin.’ Almanya ev pêvajo hê ji 1995’an ve dabû destpêkirin. Tevlîbûna Almanya ya komployê sînordar e. Hevdîtina Clinton y bi Hafiz Esed re kirî, ji çar seaten, sê seat li ser min bûn. Îsraîl û Tirkiyê sala 1996’an peymana leşkerî bi hev re kirin. Li ser vî bingehî Sûriye tengezar kirin. Tawîz dan Sûriyê. Dûv re Yewnanistan xistin dewreyê.”

Piştî tevgera di navbera Yewnanistan, Rûsya û Îtalya de, komplo 15ê Sibatê li Kenya pêk hat û bi planên qirêj Rêber Apo dîl girtin û teslîmî dewleta tirkî ya faşîst kirin.

Rêber Apo komplo pûç kir û PKKê têkoşîn geştir kir

Hêzên komploger bi hizrê ku Rêber Apo bê girtin wê tevgera azadiyê ji holê rabe, komplo kirin. Lê tersî wê derket. Rêber Apo ku li girtîgeha Îmraliyê dimîne, bi fikrê xwe têkoşîna azadiyê bihêztir kir. Fikrê têkoşina azadiyê Rêber Apo li seranserê cîhanê bandor kir û belav bû. Hem têkoşîna azadiyê li çiyayên Kurdistanê xurttir bû, hem li rojavayê Kurdistan û pişt re li bakur û rojhilatê Sûriyê pergaleke bingehê wê li ser vî fikrî, ava bû. Herwiha li Şingalê têkoşîna azadiyê dest pê kir û li hemberî êrişên hovane yên qirkirinê bi ser ket û hêza xwe ava kir. Ev dîsa nîşana pûçbûna koployê bû.

Ji ber wê ev 23 sal in li Îmralî li ser Rêbertiyê tecrîdeke girankirî heye. Di heman demê de êrişên hêzên hegemonîk bi riya rêjima faşîst ya tirkî li ser Efrînê 19 Çileya 2018an, 9ê Cotmeha 2019an li ser Serê Kaniyê û Girê Spî û êrişên niha yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, peymana 9ê Cotmeha 2020an ya li dijî Rêveberiya Xweser ya Şingalê dayîn destpêkirin, domandina komployê ne. Ev jî nîşana binketina komploya navnetewî ye.

Rêber Apo şkestina komployê wiha dinirxîne: “Eger komploya 15 Sibatê ya navneteweyî bi ser biketa, bi navî kurdî tiştek nedima.”