Rojnameya Ronahî

‘Emê vegerin, lê ne vegera ENKS û dagîrker dixwazin’

Serbest Ehmed-Qamişlo

Efrîniyên li Şehbayê: “ENKSê li pişt maska kurdîtiyê xizmeta dijmin dikir. Lê ev mask ji mêj ve ketiye û em di rûyê serçeteyên ENKSê de, wêneyên kujer û dagîrkeran dibînin. Ji ber wê ji her kesî re eşkere bûye ka ENKS kî ye û ji kê re kar dike!”

Helwesta ENKSê û banga wê ya vegera koçberan ji bo herêmên dagîkirî, li Rojava ji aliyê gelê Kurd ve (bi teybetî Efrînî), hat şermezarkirin.

Efrîniya bi navê Arîn Mihemed derbarê ENKSê de wiha axivî: “Dema navê ENKSê tê bihîstin, xiyanet, hevkariya dagîrkeran û xwefirşî tê bîra mirov. Jixwe di rûyê serçeteyên ENKSê de wêneyên kujer û dagîrkeran tên dîtin. Dagîrkirina Efrînê jî ne ji aliyê dewleta tirkî tenê ve hat kirin, ENKSê hem atîpropagendaya siyasî dikir, hem ji aliyê leşkerî ve li gel çeteyan di nava êrişên ser gelê Kurd de cih digirt. Hevalbendên ENKSê bi dagîrkirinê re dest bi kiryarên herî qirêj û dermirovî kirin. Li ber çavê cîhanê û ENKSê xwe wek Kurd nîşan didan, lê Efrîna sembola jiyan û azadiyê, bi xiyaneta van hat dagîrkirin û niha jî Efrînî bi rêya endamên ENKSê tên revandin û kuştin. Herwiha destirêjiyê li jinan dikin, dest datînin ser mal û milkê xelkê, bi planên qirêj guhertina demografîk dikin û xwezayê tine dikin. Qey ENKS heta vê astê bêrûmet e, naxwaze rastiyê bibîne?”

‘ENKS parçeyek ji sîstema dagîrkeriyê ye, nikare nûnertiya me bike’

Arîn diyar kir ku ENKS rojbiroj rola xwe qirêjtir dike û axaftina xwe wiha domand: “Jixwe ENKS di xiyanetê de israr dike û ji doza gelê Kurd pir dûr e. ENKS danûstendinên bazirganî û hevdîtinên xwe li ser xaka me ya pîroz bi kujerên gelê Kurd re dike. Ev xayîn û hevakarên dijmin qet nikarin nûnertiya me bikin. Li ser vî bingehî niha bang li koçberên Efrînê dikin ku vegerin herêma dagîrkirî. Jixwe di navbera ragihandina ENKSê û ya dewleta dagîrker de ti ferq û cudayî nînin, bi hev re propagandayê dikin. Mixabin, hin malabat hatin xapandin û vegeriyan. Lê yekser rastî qirêjiya dagîrker û çeteyan hatin. Çeteyan pere û fidiye ji wan xwestin, hatin destgîrkirin û riswakirin. Herwiha rê nedan ku vegerin malên xwe, li çolan bi awayekî bêserûber di binê zordariya çeteyên xwînmij de man.”

‘Em ji berê ve dizanin ka ENKS kî ye, ji kû hatiye û ji kê re xizmetê dike!

Mihemd Ebdo ku ew jî koçberekî Efrînê ye û piştî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li Kampa Serdem bi cî bûye ev nirxandin kir: “Şoreşa Rojava di çavê neyaran, bi taybetî çavê dewleta tirkî ya dagîrker de bûye kelem. Ji ber têkiliyên kevin yên ENKSê bi dewleta tirkî û rêjima Sûriyê re, ev neyar ENKSê bi kar tînin. Niha jî ENKS amûrê wan e û planên li paytextên dagîrkeran tê xêzkirin, dixwaze li Rojava pêk bîne. Ji ber wê li hemberî destkeftiyên gel kar bi dijmin re dike. Ya herî bi êş ku mirov matmayî dibe ew e ku ev meclisa bi nave kurditîyê xwe nîşan dide, banga rakirina perwerdeya zimanê kurdî dike. Ev teqez dike ku ENKS, pesrpektîfên dagîrkerên Kurdistanê pêk tîne. Gelê me jî gihîştiyê rastiya ku ti têkiliyên ENKSê bi maf û doza gelê Kurd re nînin.”

‘Emê vegerin lê ne vegera ENKS û dagîrker dixwazin’

Ebdo da zanîn ku ji berxwedanê re mekan nîne, li her cihî wê gel li dijî dagîrkeriyê li ber xwe bide û axaftina xwe wiha qedand: “Berxwedana gel ya li kampa Şehbayê û çalakiyên hêzên Rizgariya Efrînê ku rojane derbên giran li dagîrkeran dixin, bingehê dijmin ji kokê ve dihejînin. Bêguman emê vegerin Efrînê, lê Efrîneke azad. Wê vegera me ne vegera li gorî dilê ENKSê û dagîrkeran be. Tersî wê, vegera me wê li ser têkbirina dagîrkerî û xiyanetê be.”