Rojnameya Ronahî

Di oxira riyeke zehmet de…lê pîroz

Gulîstan Xalid

Dîroka mirovatiyê şahidî ji gelek mirovên ku ji derveyî rêza jiyana heyî, sîstema avakirî û pîvanên elimandî an jî hatine elimandin derketine, kiriye. Mirovên ku li dijî şaşîtiyan derketine, serî  rakirine û digel ku zehmetiyên vê yekê jî zanibûne lê ji ber ya rast fam kirine û bi wijdana xwe tevgeriyane riya zehmet hilbijartine. Lewra bi wijdan jiyankirin li gorî kesên ku jiyana şaş qebûl kirine û bi dû ya heyî de dixijiqin zehmet e, lê ji bo xwe ya rast jiyankirin jî pîroz dîtine. Ev in kesên ku ji wan re dibêjin şoreşger, yê ku ne tenê ji bo xwe, ji bo hawçrdorê xwe jî dikevin nava têkoşîneke jiyana rast. Yê ku bêadeletiyê ne tenê ji bo xwe, ji bo hawîrdora xwe jî qebûl nakin.

Şoreşgera ku beriya çend rojan bû hedefa hevkarên faşîstan, nûkeran û xayînan, şoreşgera ku bû hedefa sîxûrên dagçrkerên welatê me, şoreşgera ku li gel 5 hevalên xwe bû hedefa êrişên PDKê, Tolhildan Raman (Nesrîn Temir). Ew şoreşgereke ji şoreşgerên gelê Kurd bû. Ew jinek bû ku ji zaroktiya xwe ve bi dû ya xweşik, ya rast û pîroz de bû.

Wê ji bo çi navê xwe kir Tolhildan, ligel ku bi rastî mîna gula nesrînê sade, paqij û narîn bû, lê ji ber van taybetmendiyên xwe hêrsa wê li hemberî tiştên ne rast, yên xirab û şaş hebû. Rastiya bindestiya gelê xwe û zilm û zora ku sîstemên dagîrker li ser welatê wê pêk anîne dît, wê soz da ku bi têkoşîneke domdar tola êş û azarên gelê xwe hilîne da ku dawî li sedemên vê yekê bîne. Wê dizanî ku ew biryara riyeke zehmet dide, lê pîroz e, jixwe jinên ku  xwedî lêgera azadiyê bin ancax riyên pîroz hilbijêrin.

Vê şoreşgera delal wateya navê Nesrîn û Tolhildan di kesayeta xwe de kiribû  yek. Dema ku mirov ew didît, şêwazê tevgerê û danûstendinê wê temaşe dikir, mirov herî zêde pakî, narînî, sadebûn û jidilbûna wê didîtin. Di heman demê de jî sekna wê sekna jineke jixwebawer, bi îdaa û pîvan, bi biryar û hedef didît. Herî zêde xweşikiya van aliyan  di kesayeta  wê de xwe nîşan dida. Mirovek encex dikare evqasî ya di hundirê xwe de bide der.

Keseke ku Tolhildan nas kiribe hin dîmen li ber çavên wan dest bi herikînê dikin; weke aveke zelal ku qet tişteke gemar û derve tevlî nebûbe, weke ezmanekî safî, mîna bihareke bicoş. Kaniyeke bê rawestan ku bi xumînî diherike. Û eger ji bo mirovekê/î qala sadebûyînê were kirin mirov bi ruhekî pak ku destûr nedaye ti qirêjî û tiştên xirab bandor lê bikin. Wê her ev dîmenên jina şoreşger li ber çavên me zindî bimîne.… wê xefkên xayînan û xedariya wan nikaribin vê wêneyê xweşik weke gelek wêneyên pîroz yên vî welatî  ji hafîzeya me paqij bikin, ew paşroj û pêşeroja me ne…