Rojnameya Ronahî

Xiyaneta PDKê li hemberî giyanê azadiyê  

Darîn Silê/Qamişlo

Şehîd Tolhildan ku li hemberî wê gotin pûç dibin. Jina azad ku bi salan li hemberî faşîzma tirkî şer kir, bi heman giyanê mirovayiyê li hemberî DAIŞ`ê têkoşîn kiriye. Lê bi kemîna xiyaneta PDKê şehîd bû.  

Şehîd Tolhildan Raman (Nisrîn Temir) yek ji jinên ku bi têkoşîn û şoreşgeriya xwe ve girêdayî bû. Herwiha Şoreşgereke ku ji aliyê fikir, rêxistin û piratîkî ve jî pir pêşketî bû. Çimkî di nava malbatê de li ser fîkir û felsefeyeke azad mezin bûbû. Tolhildan 6`ê Gulana 1982`yan li gundê Til Marûf yê navçeya Tirbespiyê di malbateke welatparêz de ji dayîk bûye. Dema mezin bû bi riya malbatê û kesên derdorê partî nas kir. Di 17 saliya xwe de tevlî tevgerê bû. Ji ber ku dixwest tola serokê xwe hilîne navê Tolhildan li xwe dike. Piştî têkoşîna bi salan 29ê Tebaxa 2021ê li herêma Xelîfan bi kemîna PDK`ê şehîd dibe.

`Her tim xwesteka wê ji bo têkoşina azadiyê hebû`

Xwîşka şehîd Tolhildan Evîn Temir da zanîn ku Tolhildan bi ruhekî azad û fîkrekî demokrat tevlî hereketa azadiyê bû û axaftina xwe wiha domand: “Şehîd Tolhildan ji piçûkayiya xwe ve keçeke taybet bû. Pir zîrek bû û têkîliyên wê bi malbatê re jî pir xurt bûn. 15`ê Sibata 1999`an dema Rêber Abdullah Ocalan hat girtin Tolhildan pir xemgîn bû. Piştî wê bi sê rojan biryar da ku tevlî şervanên azadiyê bibe û tola serokê xwe hilîne. Ji bo wê jî 18`ê Gulanê tevlî partiyê bû. Berî ku tevlî bibe ji dê û bavê min re got ez dixwazim biçim ji bo azadiyê têkoşîn bikim. Dê û bavê min jî jê re gotin, biçe em bi te serbilind in, eger ev xwesteka te be bi cih bîne. Bi vî awayî û bi ruhekî azad û fîkrekî demokrat tevlî hereketa azadiyê bû. Her tim xwesteka wê ji bo têkoşîna azadiyê hebû. Dema çû bavê min got hevalan, heta niha ev keça min bû, lê ji niha pêve ya we ye. Berî tevlîbûnê jî li Til Marûf û gundên derdorê bi hevalan re karê partiyê dikir.”

Piştî tevlîbûnê bi salekê, sala 2000an Tolhildan derbasî çiyayên azad dibe. Piştî ku 14 salan li çiyê têkoşînê dike, 2014`an dema DAIŞ êrişê rojavayê Kurdistanê dike, ji çiyayên Dêrsimê berê xwe dide Rojava û tevli têkoşina li hemberî DAIŞê dibe.

Evîn Temir bi dilgeşî behsa hatina Tolhildan ya Rojava kir û wiha got: “2014`an gelek gerîlayên azadiyê daketin Rojava. Tolhildan jî yek ji wan bû. Dema derbasî Rojava bû, dît ku gelek guhertin çêbûne û şoreşek hatiyê lidarxistin. Wê demê pir kêfxweş bû, çimkî gelê Rojava êdî bi ruhekî azad dijiya û bi guhertinên şoreşê azadî bi dest xistibû. Dema hat wê û çend hevalên xwe YAT ava kirin. Piştî wê bi salekê bû fermandara YPJ. Her tim digot, wek jineke Kurd ez xwe di YPJ`ê de dibînim. Digot, eger ez sed carî jî bimrim, dema rabim ezê dîsa tevlî YPJ`ê bibim. Çimkî YPJ hêza jina Kurd e herwiha hêviya jina azad e. Di şerê DAIŞ`ê de jî cihê xwe girt û şer kir heta ku DAIŞ li Rojava qediya. Jixwe dema YPG û YPJê zora DAIŞê birin hemsera Mam Celal xwestin xelatekê bidin YPJ`ê. Wê demê Tolhildan li ser navê YPJ`ê, çû başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê xelat girt. ”

Piştê ku Tolhildan şeş salan li Rojava têkoşînê dike, dixwaze careke din 6`ê kanûna 2020`an diçe çiyê.

`Şerê PDKê li hemberî Kurdan kiri, eger li hemberî dijminê Kurdan bikira niha Kurd azad bûn`

Evîn Temir kiryarên PDK`ê şermezar kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Tolhildan 2020an çû çiyê, piştî perwerdeyê 29`ê Tebaxa 2021ê ew û çend hevalên xwe dixwazin ji Qendîlê derbasî Garê bibin. Lê li herêma Xelîfan PDK`ê kemîn avêtiye pêşiya wan û Tolhildan û 4 hevalên wê şehîd dibin. Tevlî êşa şehadetê em êşa xiyanetê dikişinin, mixabin Tolhildan bi destê Kurdên xayîn şehîd bû ne bi destê dijminê xwe. Em dibêjn êdî PDK`ê asta xiyanetê jî derbas kiriye. Şerê PDKê li hemberî Kurdan dike eger li hemberî dijmin bikira wê ji zû ve Kurd azad bibûna.”

Xwîşka şehîd Tolhildan Evîn Temir bang li PDKê kir ku çenazeyên şehîdên di kemînê de hatîn şehîtxistin radestî malbatên wan bike û axaftina xwe wiha qedand: “Heta niha em nizanin ka çenazyê Tolhildan li kû ye. Ji bo wê em malbatên şehîdan 5`ê vê mehê çûn ber deriyê Sêmalka yê başûrê Kurdistanê, me doza çenazeyên xwe kir. Em bi hêvî ne ku PDK li xwe vegere û êdi destê xwe ji xiyaneta gelê xwe bikişîne. Êdî bes e heta kengê emê tehemûla xiyanetê bikin. Bila PDK nebe dûvikê Tirkan.”

Banga min ji dayîkên pêşmergeyan re ew e ku zarokên xwe ji xeta xiyanetê vegerînin û wan fêrî walatparêziyê bikin’

Dayîka şehîd Tolhildan Eyşanê Temir jî derbarê şehadeta keça xwe de hestê xwe bi me re par ve kirin û wiha got: “Ez pir kêfxweş im ku min kesayeteke weke Tolhildan aniye dinyayê. Tolhildan jineke pir jîr û zana bû û ji karê xwe hes dikir. Dema tevlî tevgera azadiyê bû ez pir kêfxweş bûm. Berî ku biçe, ji min re got yadê ez diçim min jî jê re got, biçe xwezî min jî ikariya tevlî şervanên azadiya bibim. Gotineke pêşiyan e; şêr şêr e çi jin çi mêr e. Ji bo wê dema jin bixwaze dikare her tiştî bike.”

Dayîka Tolhildan da xuyakirin ku PDK ne keça wê tenê şehîd xistiye û axaftina xwe wiha qedand: “PDK`ê ne keça min tenê, gelek şervanên azadiyê şehîd xistine. PDK her tim li dijî gelê xwe kar dike û xiyanetê dike. Ti cudayî di navbera wê û dewleta tirkî de nîne. Banga min ji dayîkên pêşmergeyan re ew e ku zarokên xwe ji xeta xiyanetê vegerînin û wan fêrî welatparêziyê bikin.”