Rojnameya Ronahî

Dengê jin û jiyanê

Radyoya Star FM ya ku radyoya jinan ya yekê ye, bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” 15’ê Kanûna 2017’an li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya bakur û rojhilatê Sûriyê hat vekirin. 

Radyoya Star FM ya ku radyoya jinan ya yekê ye, bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” 15’ê Kanûna 2017’an li navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin. Star FM weke navê xwe, radyoya jinan e û di radyoyê de 20 jin kar dikin. Gelek guhdar û mêvanên radyoyê, ji jinan pêk tên.
Radyoya Star FM di weşanên xwe de mijarên siyasî, çandî, civakî, pêşbirk, zarok, daxwaz, hunerî, ciwan, jineolojî, dîroknas, şevbuhêrk, gund û dayik diweşîne. Yek ji avakerên Radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn berfirehbûna weşana Radyoya Star FM di asta Herêma Cizîrê de nirxand.

Rola radyoyan ji bo şoreşê girîng e

Avaşîn teqez kir ku bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re radyo jî bi roleke girîng rabûne û wiha dewam kir: “Bi Şoreşa Rojava re gelek war hatin birêxistinkirin û pêkhateyan bi çanda xwe dest bi kar kir. Di nava ragihandinê de radyo jî bi roleke diyarker rabû. Radyo herêm, herêm hatin vekirin ku yekem radyo li Rojava radyoya Cûdî bû, paşê Waşûkanî, Xabûr, Sawt El-Heyat, Rojava û Dîcle hatin vekirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi şoreşa jinan tê nasîn, bi wê coş û kelecanê ev şoreş dewam dike. Her wiha hêviya jinên Rojava ew bû ku di nava xebatên ragihandinê de bi sedan jin di tv, radyo û ajansan de cihê xwe bigirin. Gelek hevalên me şehîd bûn da ku em van rojan bibînin, da ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin Radyoya Star FM bû bersiv û hêviya tevahî kesan. “

23 bernameyan pêşkeş dikin 

Avaşîn behsa bernameyên Radyoya Star FM´ê dike û dibêje, „Em 23 bernameyên sabît ên ku heftane tên weşandin, pêşkêş dikin. Bernameyên me mîna panorama Star, rojbaş, tovên jiyanê, çand û huner, şevbûhêrk, nirxên şoreşê, daxwaz, pêşbirk, gundê me, jin û jiyan bi sê zimanan, rojeva jinê bi du zimanan, şitlên rojê ya zarokan, nûpel a YPJ’ê, pêşbirka zarokan, quncika helbest û çîrokan, jineolojî, wêje, tenduristî, jinên ciwan û dîrokê binase. Em di weşanên xwe de behsa pêkhateyan hemûyan dikin. Erka xebatkarên radyoyê ew e ku dema diaxivin parastina nirxên civakê bikin û dîrokê biparêzin.”

Avaşîn balê dibe ser weşana sxwe ya li Herêma Cizîrê û dibêje, “Xebatkarên me li Kantona Hesekê, bajarê Qamişlo, bajarokê Rimêlan, bajarê Dêrikê hene û li wir çi hebe, em di weşanên xwe de diweşînin. Armanca me ew e ku em xwe bigihîjînin jinan hemûyan da ku bibin dengê, reng û hestên jinan. Berê weşana me li Kantona Qamişlo tenê bû, paşê di konferansa YRJ’ê ya duyem de biryar hat dayîn ku Radyoya Star FM weşana xwe li herêma Cizîrê berfireh bike. Ji bo berfirehbûnê, nêzî 6 mehan amadekarî hatin kirin. Gelek jinan di berfirehbûna wêşanê de kar kir û amadekariya me temam bû. Weşana me dê bi awayekî fermî 1’ê Cotmehê li ser asta herêma Cizîrê dest pê bike. Weşana me li ser du frekansan e, frekansa bajarê Qamişlo heta bajarê Dêrikê li ser pêla 105.3 ye. Ji Qamişlo heta Kantona Hesekê li ser pêla 104.8 e ku em ê li ser van her du pêlan weşana xwe bikin.”

JINHA