Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK RIHEK DI DILÊ MILYONAN DE YE

03/10/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
113 Roj
Share on FacebookShare on Twitter

 Faruk SAKIK

Çend sal berê di salvegera damezirandina PKKê a Roj Tv de, ji gel pirsîn ‘PKK kî ye?’ Zarokekî digot; “PKK ez im, tu yî, ew e û em herkes in.”

Ev demeke girêdayî konsepta tunekirin û tasfiyekirina PKK’ê nîqaş û gengeşiyên nû destpêkirine. Ji bo PKK were kirmînalîzekirin her tişt tê kirin.

Çi dibêjin?

BAŞÛR: Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve. Dibêjin PKK nebe dijmin êrîş nake. Ev daxwaza PDK’ê ye.

Başe, PKK ji başûr vekişe, ew kurdên azad ku di encama xebat û têkoşîna salan de hatine rêxistinkirin wê bi ku ve herin? Difikirin roja PKK ji wê herêmê vekişe kurdên azad jî wê biqedin. Na!.. wan bi PKK’ê bawerî anîne û heta metirsiya dagirkirina Başûr di rojevê de be, wê gel û PKK jî ji wêderê dernakeve.

ROJAVA: Bila kadroyên PKK’ê yên li Rojava di rêveberiya xweser de cîh negirin û ji wêderê derkevin. Amerîka li ser daxwaza Tirkan di vê helwestê de israr dike.

Çima ji Rojava kadroyên PKK’ê derkevin? Heger xebatên PKK’ê yên bi salan li ser wê xakê nebûna, gelo wê şoreş pêk bihata? Gelo ev kadroyên PKK’ê yên bi paradigmaya Rêber Apo perwerde bûne, ku wêderê terk bikin sîstema ku nû avadibe wê biserkeve? Ji bo vê yekê heta rêvebiriya xweser sîstema xwe saz neke û şerê li Sûrî bi encam nebe PKK wê li wêderê be.

BAKÛR: Bila li Bakur di serî de HDP û saziyên sivîl têkiliyên xwe bi PKK’ê re qût bikin. PKK wek rêxistineke terorîst bi nav bikin. Ev ji daxwaza dewleta Tirk e.

Li Bakûrê Kurdistanê çima PKK xwe tasfiye bike? PKK çima hat avakirin û çima şerê çekdarî da destpêkirin? Ji ber kîjan sedeman dive ew sazî li dijî PKKê bertek nîşan bidin?

Na… Heta Kurdistan azad nebe wê PKK li wêderê be. Sazî û partiyên hatine avakirin çima berî salên 90’î nedihatin avakirin? Bi PKK’ê re gel politîze bû û li her qadên civakê birêxistinbû. Partîyên legal hatin avakirin û HDP jî berdewamiya vê kevneşopiyê ye. Heger yek rêveberê HDP’ê ji bo PKK’ê gotinên ku dijmin dixwaze bibêje, wê malbatên gerîla wan çawa efû bikin?

 

EWROPA: Li Ewropa jî ji komele û saziyên Kurdan re dibêjin; tu carî bi PKK’ê re nekevin nava danasandinan. Al, flama û posterên PKK’ê bi kar neynin. Ev jî dewletên ku PKK’ê xistine lîsteya terorê ne.

 

Li gelek welatên Ewropa PKK qedexeye. Her çiqas yek delîl jî di dest wan de tunebe, ji gel dixwazin têkiliyên xwe bi PKK’ê re qût bikin. Lê ji bîr dikin; heger kadroyên PKK’ê Kurdên dîaspora birêxistin (civakî, çandî, siyasî, ziman) nekirana, wê Kurd di nav lepên sistema van dewletan de biheliyana. Ji bo vê yekê jî heta yek Kurdek jî li vêderê hebe, mîrasa ku PKK’ê hiştiye wê wî kesî biparêze.

Ev konsepta dewletên degirker û Ewropiyan, bandor li gelek kes û keseyatan jî kiriye. Difikirin heger ev daxwazên wan werin cîh, wê ji bo Kurdan hin deriyên nû vebibin. Na.. Îroj PKK hincet nîşan dide û mafê te nadin. Sibê ku PKK ji holê rabe, nasandina mafên te li dera han, wê jiyanê li te teng bikin.

Dive van daxwazên dijminan deynin aliyekê, bi ceserat û bawerî, PKK’ya ku vîna Kurda ye were parastin. Dive pêşî li hemû gotinên ku PKK’ê krmînalîze dike were girtin.

PKK di têkoşîna xwe de tiştek wisa kiriye ku ew here jî ruhê wî, wê li her deverê bimîne. Ew dixwazin vî rihî tune bikin. Dive tu jî vî ruhî biparêzî!..

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.