Rojnameya Ronahî

Bê xwendinê ti kes pêş nakeve

Hediya HISÊN-Qamişlo

Di pêşketina civakê de çavkaniya sereke xwendin e. Xwendin bandorê li jiyana her mirovî dike. Bêguman kesê dixwîne mejiyê wî fireh dibe, asta zanistî bilindtir dib û di her aliyê jiyanê de jîr dibe. Ev jî bandora li civakê dike û civakeke pêşketî diafirîne.

Xwendin bingehê damezirandina zanînê ye ku rê li pêşiya asoyên zanist û pêşketinê vedike, jiyana mirovan hêsantir dike û statûya wan bilind dike. Bi xwendinê mirov di nava helbest, roman, edebiyat û pirtûkên zanistî de avjeniyê dike. Bi xwendinê, tişta ku mirov dixwaze dikare rast û zelal şîrove bike. Axaftina mirovan çêtir dike û peyvsaziya wan rengîn dike. Herwiha axaftin û nivîsandinê ji hêla wate û dewlemendiya peyvan ve xurttir dike. Ji aliyekî din ve eger civak nexwîne li paş dimîne û bingehê afirandina nifişekî nezan ava dike.

AWAYÊN FÊRBÛNA ROJANE JI BO XWENDINÊ

Ji bo ku di jiyana her kesî de xwendin bibe erkekî rojane, divê rojê demek ji xwendinê re were veqetandin. Amadekirina cihekî aram û rehet li malê ji bo xwendinê hebe û mijarên sernivîsên pirtûkan ku jê re dibe fikar hilbijêre da li pey hev bixwîne. Xwendin çalakî û zindîtiya mejî pêş dixe, analîz û çavdêriyê bilind dike û dihêle mirov bi xwendinê eleqedar bibe. Herwiha îro amûr û şaxên xwendinê zêdetir û hêsantir bûne. Pirtûkxane zêde bûne, qehwexaneyên bi taybetî ji bo xwendinê hatine vekirin û çi pirtûka ku mirov bixwaze li ser rûpelêm medya civakî PDF hene.

Derbarê mijarê de nivîskar Kurdiyar Dire`e axivî û got, mirovê dixwîne ji gelek tiştên nebaş dûr dikeve, girîngiya demê nas dike û pirtûk jê re dibe heval. Agahiyên ji pirtûkan digire di jiyana xwe de bi kar tîne. Dikarin xwe û civakê biguherînin. Dîroka gelan bi xwendinê hatiye guhertin û pêşketin. Civaka ku xwendin lê ne be ew civak nezan e. Civaka nexwîne bindest dimîne, nikare paşroja xwe diyar bike û civaka xwe biafirîne. Herwiha di dîroka gelê Kurd de şoreş û serhildanên çêbûyîn bi giştî kesên zane pêşengî kirin. Mînak rêber Apo, Qadî Mihemed û mele Mistefa Berzanî.

Kurdiyar da zanîn ku her pirtûka tê xwendin mirovan pêş naxe û wiha axivî: “Divê mirov bizane çi û ji bo çi dixwîne. Xwendina bêarmanc sûda ku tê xwestin jê nayê girtin. Lê mixabin li Rojava çanda xwendinê pir lawaz e. Sedem jî rêjima Be`es bû ku di nava gel de şerê taybet piş dixist û digotin ma wê xwendin ji we re çi bike. Herwiha amûrên tenîkî babdor li lewaziya xwendinê kirine.”