Rojnameya Ronahî

Edalet!

Sîpan Şînda

Gelo dema navê “edalet”ê tê gotin çi tê bîra we? Em wek kes, çi wateyê li peyva “edalet”ê bar dikin? “Edalet”ê çi qedir û qîmet di kesayata me de heye? Em çi ji edaletê fêm dikin? Edalet, ango parastin û bicihanîna heqaniyetê. Gelo ka heqaniyet bixwe çi ye? Dema qala edaletê tê kirin, di halê de bûyerek yan jî qewimînek di navbera du yan jî zêdetir aliyan de heye û ji bo ku ev tişt jî bê çareserkirin kesên ku ji edaletê û hiqûqê fêm dikin hewl didin ku vê mijarê li gorî “heqaniyetê” bi awayekî “adil” çareser bikin. Di pêvajoya çareserkirinê de aliyên bûyerê bixwazin dikarin delîl û şahidên xwe pêşkêş bikin. Li gorî delîl û şahidan jî biryar tê dayîn. Dibe ku aliyek yan ji her du alî ne memnûn bin, lêbelê di taliyê de biryarek tê dayîn. Gelo ka ev biryar çi qeder li gorî “heqaniyetê” hatiye dayîn, ya girîng ew e. Di serî de hakimê herî mezin wijdana kesên ku biryarê didin e. Dema ew biryarê ne li gorî edaletê bidin, wijdana wan heta ku ew sax in di qirika wan re digire û nahêle ew hizûrê bibînin. Heke ew “heqaniyetê” li ber çavan negirin wê demê edalet bi cih nehatiye.

Gelo ev wijdan çawa pêş dikeve û mirov çawa dibe xwediyê wijdaneke adil? Eva hanê ji zarokî di malbatê de dest pê dike. Dema dê û bav zarokan mezin dikin, divê di wê pêvajoyê de edaletê nîşanî wan bidin û  hîmê edaletê di kesayeta wan de bidin bicihkirin. Ji ber wê divê dê û bav di serî de di navbera zarokên xwe de adil bin û di vî warî de hestên wan yên edaletê neêşînin û neperçiqînin. Heke ew vê bikin, dema zarokên wan mezin jî bibin wê di vî warî de ji edaletê dûr bin û wê di biryarên xwe de heqaniyetê li ber çavan negirin. Ya duduyan, divê mamoste li dibistanan di vî warî de gelek hişyar bin û edaletê nîşanî xwendekaran bikin. Divê ew ne tenê bi gotinan, ya girîngtir ew vê yekê bi kiryarên xwe ji zarokan re bibin mînak û divê ew li himberî zarokan ferqanê nekin. Dema ew biryara jî didin divê ew bi awayekî berbiçav danin holê ku wan biryareke adil daye û vê ji zarokan re zelal bêjin. Ya sisêyan, divê perwerde di vî warî de gelek pêşketî be û ji bo hestên xwendekaran yên edaletê pêş bikevin pêşengiyê bike û mînakên şênber dayne holê. Heke pergala perwerdeyê di vî warî de ne pêşketî be wê hestên edaletê jî di kesayeta nivşên nû de bi cih neke û ev jî wê ji bo civakê bibe pirsgirêk. Ya çaran, divê pergala dadgeriyê bi awayekî edaletê bi cih bîne hatibe avakirin. Nexwe heke pergala dadgeriyê ne li gorî edaletê hatibe avakirin, wê ti caran civak baweriyê bi pergalê neyne. Ev jî wê ji bo pêşketina civakê û demokrasiyê bibe astengiyeke mezin. Ya pêncan, divê kesên ku di nava civakê de xwedîgotin û rûspî bin biryarên xwe li gorî edaletê bidin, gotinên xwe li gorî heqaniyetê bêjin û di vî warî de ji civakê re bibin mînak.

Edalet, di nava civakê de yekîtiyê çêdike, girêdana di navbera civak û pergalê de xurt dike. Heke di nava civakekê de hestên edaletê pêş ketibin, ew civak wê ji bo mafên xwe û demokrasiyê pirtir bikare têbikoşe. Ji ber wê divê mirov li hemberî bêedaletiyê ti caran çavên xwe nenoqîne û xwe bêdeng neke. Heke mirov li himberî bêedaletiyê bêdeng bimîne, mirov şirîtiyê û bêheysiyetiyê jî li xwe digire