Rojnameya Ronahî

Pirtûkan dixwînin û dinirxînin

Çend jinên endamên “Yekîtiya Jinên Kurdistanê” ev qederê du mehan e ku projeya çanda pirtûkxwendinê dane despêkirin. Heta niha çar caran jinên ciwan li pirtûkxaneya “Tewar” kom bûne. Di her kombûnê de qederê 20 jinên ciwan beşdar bûne û paşê jî li ser pirtûka xwendîn, nîqaş kirine.

Her hefte pirtûkek

Sanya Kamil endama projeye çanda pirtûkxwendinê û rêvebera pirtûkxaneya Teware ye. Li ser projeyê dibêje, “Armaca me ew e ku ciwan pirtûkan bixwînin. Ji ber wê jî di nava hefteyê de em çend pirtûkan diyar dikin û yekê ji wan hildibijêrîn û piştre jî li ser wê pirtûkê nîqaşan dikin. Em dixwazin ciwanên zêde medyaya djîtal û telefonê destan bi kar tînin, berê xwe bidin pirtûkan û xwendinê, bibin hevalên pirtukan. Lê ne tenê pirtûk, dibe ku bi hev re li ser filmekî yan jî kurteçîrokekê jî niqaşê bikin. Me hefteyê rojek ji bo çalakiya xwe ya xwendinê veqetandiye û her hefte em rojekê li ser pirtukekê nîqaşê dikin.”

Ev proje gelek girîng e 

Yek ji beşdaran, xwendekara Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Silêmaniyê Sêwe Yasîn e. Ew wiha behsa girîngiya xwendinê dike: “Ez bixwe, bi qasî ku bikarim, ezê beşdar bibim, ji ber ku ev projeye gelekî girîng e û pêwîstiya jinan zêdetir bi xwendinê heye û gelek girîng e ku jin pirtûkan bixwinin.”

JINHA