Rojnameya Ronahî

Şanoya zarokan

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Piştî şoreşa Rojava weke gelek mijaran şano jî pêş ket. Herwiha rojbiroj giringî ji bo beşa şanoya zarokan jî tê dayîn û di nava Koma Şano ya li Qamişlo de perwerdeya şanoya zarokan jî dest pê kiriye.

Şano yek ji şaxên hunerê ye ku şanoger bi nivîsê wêje, şano û çîrokên şanoya xwe li ser dikê pêşkêşî temaşavanan dike. Ji ber zilm û zorê ku bi salan li ser gelê Kurd hatiye, wek şanoya kurdî di pir aliyên çandê de li paş maye. Li Rojava dema rajima Beesê desthilatdar, bi awayekî veşartî li malan şanoya kurdî dihat pêşkêşkirin. Çimkî şanoger bi zimanê dayîkê şano pêşkêş dikir, lê rêjima Be`esê ziman ji bilî zimanê erebî li Sûriyê qedexe kiribû. Ji ber wê bi şêwazekî veşartî ew şano di bekereyekê (kaset) de dihat tomarkirin. Pişt re xelkê Kurd bi dizî ev kaset dikirîn û lê temaşe dikirin. Piştî şoreşa Rojava sala 2011’an şanoya kurdî gavek pêş de avêt. Bi taybetî li Navenda Mihemed Şêxo gelek şano hatin pêşkêşkirin. Bi dehan komên şano hatin damezirandin. Di vê pêvajoyê de bi qasî tê xwastin şanoya zarokan pêş neketibût jî, hewldanên pêşxistinê yên girîng hene.

Derbarê mijarê de endama Rêvber ya Koma Şano Hemalîn Ferman got, sala 2014’an li bajarê Qamişlo Koma Şano hat damezirandin. Bi du kesan hat destpêkirin. Armanca me ew bû ku li Rojava em şanoya kurdî pêş bixin û şanogeran amade bikin. Herwiha şano bi civakê bidin danasîn. Bi taybetî şanoya zarokan. Çimkî ev beş li herêmên me qels e.

Li ser kar û xebata Koma Şano Hemalîn da zanîn ku, destpêkê perwerdeyên amadekirina şanogeran vekirine û bi dehan şagirt tevlî vê perwerdeyê bûne û wiha domand: “ 8 sal di ser damezirandina Koma Şano re derbas dibe, heta niha zêdetirî sed şanogerî gihandine. 40 kes endamên komê ne. Endam ji zarok û mezinan pêk tê. Heta niha 21 şano ku ji cureyên şano hemû pêk tê hatine pêşkêşkirin. Herwiha bi navkirina Koma Şano bi armaca ku cureyên şano hemû werin pêşkêşkirin e. Li gorî derftan hin şano li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî pêşkêş kirine. Em salane 4 şanoyan pêşkêş dikin.”

Derbarê şanoya zarokan de Hemalîn diyar kir ku dest bi projeyeke nû ji bo fêrkirina zarokan kirina û wiha axivî: “Hezîranê me dest bi perwerdeya fêrkirina zarokan ji bo şano kir. Destpêkê li ser rûpelên medya civakî me ragihand. Li gorî derfetên me 15 zarok hatin qebûlkirin. Zarok heta sê heyvan tên perwerdekirin. Piştî ku perwerde bi dawî bibe, şagirt şanoyekê wê pêşkêş bikin û wê werin xelatkirin. Bi awayekî akademîk zarok perwerdeyê dibînin.”

Hemalîn da zanin ku perwerdeyên şano zanist û fikrê zarokan pêş dixe û ji wa re dibe perwerdeyeke jiyanî. Herwiha da diyarkirin ku şano zarokan ji tiştên xirab jî dûr dixe; bêhtir afrîner û bi xwe bawer dibin”.

Hemalîn axaftina xwe wiha domand”: Berî şoreşê şanoya kurdî hebû lê qels bû. Destpêka şoreşê şanoya kurdî gaveke li pêş avêt. Tevlî derfetê çêbûne ku kom ava bibin û şano pêş bikeve, lê mixabin ne ew pêşketina ku em dixwazin. Sedem gelek in hin jê siyasî û hin jê jî ku alîkariya koman nayê kirin. Mihrîcana yekê ya şano zêdetirî 35 komên şano yê Qamişlo tevlî bûn, lê niha em dikarin bêjin ku komek jî nîne.”

Hemalîn bang li gelê Kurd kir ku şanoya kurdî bêxwedî nehêlin û wiha dawî li axaftina xwe anî”: Banga min ji kesên berpirsyarên şano ew e ku li şano miqate bin. Peymangeheke taybet ji bo şano were vekirin û ew jî bibe yek ji şaxên zanîngeha Rojava. Tevî ku projeyeke me wiha hebû û me pêşkêşî desteya Perwerdeyê û ya Çandê kir, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn. Bi taybetî nivîskarên me şano bikin erkek û çîrokên şano binivîsin. “