Rojnameya Ronahî

Kurd bi cilûbergên xwe jî cuda ne

Her milet bi ziman, çand, dîn û dîroka xwe ji miletên din cuda dibe. Ecibandin, pejirandin, hebandin û afirandinên miletan ji hev cuda ne. Ev cudabûn, helbet pirrengî û pirdengiyê derdixe holê.

Di nav vê harmoniyê de piştî ziman, tişta ku di nava neteweyan de herî zêde balê dikişîne ser xwe û berbiçav e yan jî em bibêjin pirtir xwedîbandor e, çand e. Weke xwarin û vexwarin, rabûn û rûniştinê urf edetên her miletî li gorî taybetiyên xwe derdikevin holê.
Her civak bi bandora erdnîgarî, aborî, dîn, dîrok û hwd. formekê digire û vediguhêze nifşê nû yê li pey xwe. Bi çandê ve girêdayî cilûberg jî di vê pevajoyê de cihekî pir girîng digirin.
Axir, Kurdên xweşmirov, xwedî çandeke bibingeh, giranbiha û berfireh in, wekî gelek nirxên xwe yên din di warê cilûbergan de jî binavûdeng in.
Bi vê navûdengiyê, gelo dema em bibêjin; cilûbergên kurdî dîmeneke çawa tê ber çavê we? Sembola kurdewariyê bi çi rengî ye?
Dîmen, bi kiras û xiftanên rengîn, (mîna keskesorê her rengê xwezayê dihewînin) kemberên badayî, şal û şapik, kefiyên deqdeqî, li stû yan li serî pêçayî ne?
Belê, dîmen pir rengîn û pir zengîn e, jixwe dema (bi piranî ) li hêla Botanê di şahiyan de jin kiras û xiftanan, mêr şal û şapikan bi ser bejin û bala xwe de berdidin, mirov ji temaşekirinê têr nabe. Cilûberg wê ahenga govendê ya bêhempa temam dikin.
De ka em hinekê vê bedewiyê berbiçav bikin. Belê mijar gelekî berfireh e. Lewra gelek teybetiyên lixwekirina Kurdan hene. Lê hema bi kurtayî em binêrin gelo em qedrê vê bedewî û kevneşopiyê dizanin! Kevneşopiya bi hezarê salan heta roja me ya îro hatiye. Heta roja me ya îro hatibe û hê jî ji aliyê gelek kesan ve were bikaranîn (kêm be jî ) dibe sedema kêfxweşiyê.
Her çiqas dem dibore, dinya diguhere, mirov li pey tiştên nû dikevin jî, ti carî dev ji tama berê, xweşiya berê bernadin. Bi awayekî xwe digihînin kok û binyata xwe ya ku jê şax daye. Her zindî bi rayê xwe jîndar e, dema ra ji koka xwe biqete wê hişk û pûç bibe. Xwebûna her kesî giredayî eslê wî ye. Bê ku hay jê hebe yan nebe. Cilûbergên me jî perçeyekî nasnameyê ne. Mîrateyên bav û kalên me ne, hê ji dema Mîtanîyan ve, ji ya Zerdeştiyan ve heta îro hatine, divê em her biparêzin û jê hes bikin.

Çi hebe hêza xwe ji heskirinê digire

Di jiyana rojane de her çiqas ji xeynî kal û pîran (ji bo Bakur dibêjim) neyên bikaranîn jî di dawet û şahiyan de, di cejin û pîrozbayiyan de ciwan jî bi seba lixwekirinê, vê kevneşopiyê didomînin. Keç û xort, jin û mêr, kal û pîr, zarok jî di rojên taybet de li xwe dikin.
Şervan weke cilên leşkeriyê şal û şapikan (di navbera jin û mêran de ferq nîne) her wekî hozan û hunermend, li ser dikê di bernameyên pêşberî gel de, li xwe dikin. Bûk û zava jî pirtir di şeva hineyê de li xwe dikin.
Şêweyê cilûbergên kurdî li gorî herêman diguherin, di motîf û girêdanê de, di qumaş û aksesuarên bikaranînê de, her herêm şêweyekî xwe heye. Ev jî nîşana dewlemendiyeke mezin e. Mînak li hêla Mêrdînê jinên navser her tim pêşmal bi kar dianîn. Pêşmal ne bi tenê lazimiyek bû! Bi wê dawên xwe jî dinixumînin. Her wekî girêdana desmalên hevrîşim li ser laçikê spî li eniyê ev jî şêweyek wir ya berbiçav e.
Lê dîsa dema mirov binêre di esasê xwe de, form û stîleke hevpar heye. Li her çar parçeyan cilên neteweyî xwe bi heyîna xwe ya taybet diyar dikin. Kofî û kefî û desmalên rengîn, şar, kitanê spî, kemberê bi rengê zîv û zêr, carna bi rêşîk, şûtikê li piştê pêçayî, hûçk/lewendîyên bi zendê ve dirêj (lewendî hem jin hem mêr bi kar tînin; mêr bi zendê xwe ve dialînin). Her herêm li gorî taybetmendiyê xwe bi şêweya xwe, bi awayên cûr bi cûr xemla xwe girêdidin.
Ev xeml û rewş, giredana kurdewarî çawa nebe îlham ji dengbêj û hozanan re, ji helbest û helbestvanan re. Di folklor û wêjeyê de, kiras û xeftanê jinê, fistanê wê yê gulgulî kembera li navê badayî, şal û şapik, cemedanî, gulîyê egalê, kofî û desmalê sor û şîn hwd. dibin deng û awaz dibin gotin û stran.

XWEBÛN