Bi hevkariya Dîwana Wêjeyê bi navê `Rona` li bajarê Qamişlo pirtûkxaneyeke zarokan hat vekirin.
Ji bo germkirina zarokan li zimanê dayîkê û xurtkirina çanda xwendinê, zaroka 12 salî ya bi navê Rona Egîd bi hevkariya Dîwana Wêjeyê pirtûkxaneke zarokan li Qamişloyê vekir.
Pirtûkxane bi navê `Rona` cara yekê li rojavayê Kurdistanê tê vekirin. Pirtûkxane di nava xwe de 95 pirtûkên zarokan yên cuda bi zimanê kurdî, erebî û Inglîzî dihewîne.
Di merasima vekirinê de heskiriyên wêjeyê, zarok û malbatên xwe, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Dîwana Wêjeyê amade bûn.
Merasim bi belavkirina pirtûkan bi diyarî ji bo zarokan qediya.
Hêjeyî gotinê ye ku Rona Egîd 2 caran wek berpirsyara beşa zarokan di Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol cih girtiye.
ANHA