Rojnameya Ronahî

Li milekî êrişên dagîrkeriyê li milekî xiyanet

Darîn silê-Qamişlo

Ji dîrokê ve Kurd her tim hedefa êrişên Tirkiye ne, bi taybetî piştî şoreşa Rojava rojane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha başûrê Kurdistanê dike. Hindirîn Xelîl da zanîn ku êrişên niha, tev bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê dibin û dewama komploya navneteweyî ne.

 ‘Armanca dewleta dagîrker qirkirina pêkhateyên Kurdistanê ye’    

 Rêvebera Kongreya Star Hindirîn Xelîl êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha got: “Ji ber ku dewleta tirkî nikare singûsing êrişî me bike, rojane balafirên xwe bikar tîne. Madeyên kîmyayî jî li ser gelê me bi kar tîne. Tirkiye hewl dide Kurdan û pêkhateyên din yên li herêmê qir bike. Bi taybetî piştî ku DAIŞ li herêmên me têk çû, bi her rê û rêbazê hewl dide azadiya gelê Kurd asteng bike. Niha jî deverek bêêriş nehiştiye. Di dema dawî de dewleta tirkî ya faşîst ku dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne, birîndarên di şerê DAIŞ’ê de têkoşîn kirîn dike hedef. Herwiha êrişî wargeha Rûstem Cûdî (Kampa Mexmûr) jî dike. Ne bes bû ku gelê me koçber kir mal û milkên wan talan kir, niha jî êrişî kampên koçberan dike. Heta di kampan de jî dev ji gel bernade, dibêje, eger konekî Kurdan li ser heyvê jî hebe ezê êriş bikim. Eger dewleta tirkan şêr be bila biçe li çiyayên azad şer bike. Bila li bejê şerê Kurdan bike, ne ku belafirên bêajokar bi kar bîne. Ev ne mêranî ye, bêwijdanî ye.”

‘PDK bi Tirkiyê re şerê qirkirinê li hemberî gelê xwe dimeşine’

 Hindirîn Xelîl da zanîn ku gelê Kurd hevkariya PDK`ê ya bi dewleta tirkî re û bêdengiya cîhanê qebûl nake û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin PDK bi Tirkiyê re siyaseta qirkirinê li ser gelê xwe dimeşîme. Êrişên ser başûrê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê tev bi hevkariya PDK`ê tên kirin. Em ji PDKê re dibêjin, ‘vegerin doza gelê xwe, ne li ser xeta xiyanetê bin’. Jixwe tiştên ji aliyê dewleta tirkî ve li bakur û rojhilatê Sûriyê dibin, li ber cavê tevayiya cîhanê û rêxistinên ku dibêjin ‘em parêzvanên mafê mirovan in û ji bo aştî û demokrasiyê kar dikin,’ dibin. Em ji van kesan re jî dibêjin ‘ka aştî, ka demokrasî!’ Mixabin cîhan tev ji bo dagîrkeriya li ser Kurdan bêdeng e.”

`Me ev şoreş ava kir, emê bi ser jî bixin`

 Hindirîn bîr xist ku şoreşa Rojava bi destê jinê hatiye avakirin û ev li axaftina xwe zêde kir: “Wek tevgera jinê heta dawî emê li hemberî dagîrkerî û xiyanetê şer bikin. Çimkî ev şoreş şoreşa me jinan e. Me ev şoreş ava kir û emê bi ser jî bixin. Em pêşengên vê şoreşê ne. Fikir û felsefeya Rêber Apo di mejiyê me de hatiye çandin, em li ser wê felsefeyê têkoşînê dikin. Em jinên bakur û rojhilatê Sûriyê heta dawiyê emê piştgiriyê jinên YJASTAR’ê bikin.”  Rêvebera Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Hindirîn Xelîl, di dawiya axaftina xwe de bang li partî û hêzên kurdî kir ku di vê qonaxa xeter de refên xwe bikin yek û zorê bidin PDK`ê da ku li mala kurdî vegere û dev ji hevkariya bi dagîrkeran re berde. Herwiha êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medya bisekinîne.