Rojnameya Ronahî

Parastina kevneşopiyan erkê civakê ye

Egîd Mehmûd-Qamişlo

Bi armanca parastina kevneşopiyan, Fîxan mûzeyeke piçûk li gundê Hîmo ava kiriye. Di vê mûzeyê de, gelek amûrên dîrokî yên weke çarox, xencer, destar, amûrên çandiniyê, kildanik, hawin, cer û hwd. kom kirine.

Hin mirov hene ji amûrên dîrokî hes dikin, bala wan dikşîne û hewl didin wan kom bikin. Yek ji wan kesan mamosteyê ziman û wêjeya kurdî Fîxan Hîmo ye. Ji sala 2004’an ve dihizire ku amûrên kevin kom bike, da ku dîroka kurdan û Kurdistanê winda nebe. Şoreşa Rojava dibe wesîleyeke girîng ku xeyalên xwe pêk bîne û mûzeyeke piçûk di avayiya xwe de çêke.

Fîxan Hîmo ji bo danheva amûrên çanda kurdî di 2004’an de dixwaze mûzeyeke piçûk çêke, lê wê demê rêjima Sûriyê derfetê nade ku çanda kurdî were naskirin, parastin û pêşxistin. Sala 2011’an piştî şoreşa Rojava dest pê dike, dest bi projeya vekirina dibistanekê ji bo fêrkirina zimanê kurdî û mûzeyeke piçûk dike. Di hundirê wê mûzeyê de amûrên girêdayî çanda kurdî kom dike û ev amûr dibin weke arşîf ji bo parastina çanda kurdî. Her amûr dîrok û herêma wê diyar e. Fîxan Hîmo li ser her amûrî daye xuyakirin ka çawa hatiye bikaranîn û çawa ev amûr ji holê rabûne. Xaniyê ku wek mûzeyê tê bikaranin di sala 1915’an de ji axê hatiye çêkirin.”

Awayê danheva amûran û astengiyên derketîn

 Derheqê komkirina amûrên dirokî de Fîxan Hîmo ev agahî dan: ”Me kedeke mezin da û gelek astengî derketin pêşiya me. Lewra gelek amûr dihatin firotin û bihayê wan pir zêde bû. Ji ber rewşa min ya aborî min nikarî bikirim. Lê em neçar bûn wan amûran biparêzin da ku winda nebin. Herwiha me lêkolîn li gundan dikirin û çi amûrên balkêş dihat ditin, em diçûn gel wê malê û me ji wan dixwestin ku radestî me bikin. Hin amûr jî ji bakurê Kurdistanê me dan hev bi rêya hin kesan dihatin şandin. Di dema komkirina berhemên dirokî de ez ne tenê bûm, xwîkên min û hinek havalên min jî alîkar bûn. Ev karê pîroz me bi hev re kir. Em dikarin bêjin komkirin di asteke baş de ye.”

Çand nasnameya gelan e

 Fîxan Hîmo di dawiya axaftinên xwe de daxwazî kir ku mûzeyeke mezin li ser asta Rojava were avakirin û wiha axivî: “Ti piştgirî ji bo vî karî nehat kirin, çend caran me alîkarî ji bo nûjenkirin û firehkirina mûzeyê ji cihên têkildar xwast, da ku ev amûr bên parastin. Ev amûr çanda gelekî ne û nasnameya neteweyekê pênase dikin. Lê, mixabin ti kesî guh li me nekir. Gelê me negihiştiye wê asta ku çanda xwe biparêze yan nas bike. Bila her kes vê bizane; eger ev berhemên dirokî winda bibin wê çand jî winda bibe. Heta dawiyê jî emê vî karê pîroz bikin û em ji saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser dixwazin ku alîkariya me bikin. Armanca me ew e ku çanda kurdî li her çar perçeyên Kurdistanê bê naskirin û parastin.