Rojnameya Ronahî

Wan çaxan balîna dimeşiyan

Li Misrê fosîlê hûtekî behrê yê 43 milyon salî hat dîtin. Erê hûtê behrê ango balîna hingê jî hebûn, lê hingê lingên wan jî hebûn. Tam 4 lingên wan.
Fosîlê bi navê zanistî ”amfibik phiomicetus anubis” ê 43 milyon salî, 3 metreyan dirêj e û nêzî 600 kîloyî giran e. Çar ling û çengekî wan yê hişk heye.

Lêkolîner dibêjin, ev fosîlê balînayekî ye.

Zanyarên Misrî fosîl li herêma Fayoumê ya li başûrê paytext Qahîreyê dîtin. Li gorî nûçeya kovara Insiderê, ev pêşiyên balînayan berî 43 milyon salan di serdema ‘Eosenê’ de bûn.

Zanyar difikirin ku ev balîna li bejayiyê dimeşiyan, li deryayê jî melevanên baş bûn. Ew gelekî xurt bûn û ji bo nêçîra masiyan ji bejê berê xwe dane avê.

Zanyar dibêjin, me keşif kir ku bi çengê xwe yê xurt, ji bo parçekirina nêçîra xwe gelek hişk û mêtirsîdar in. Ev balîna ji bo pirraniya heywanên li derdora xwe mîna xwedayê mirinê bû.”

Sala 2019’an bermayiyên balînayekî ji 4 lingan li başûrê paytexta Perû Lîma hatibû dîtin.

Ozgûr Polîtîka