Rojnameya Ronahî

Komeleya Marî piştî rizgarkirina Reqayê dest bi gera yekê kir

Piştî şer û aloziya li herêmê, Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê dest bi gera karwanê “Aştiya Çem” ku tê de 50 kesayetên ji civaka sivîl, çalakkerên sivîl, rewşenbîr û peykersaz hene, kir.

Gera karwan ji bendava Mensûra dest pê kir û gihat pira kevin ya li Reqayê.

Di gera ku ji bendava Mensûra dest pê kiriye de, komek rewşenbîr, wêjevan, peykersaz, bangawazên aştiyê yên Reqayê, endamên Partiya Sûriya Paşrojê, endamên Meclisa Sivîl ya Reqayê amade bûn. Di gerê de gelek kêştî hebûn.

Di kêştiya bi navê “Kêştiya Aştiyê” de, gelek çalakiyên weke wênexêzî, çêkirina peykeran bi qermîtan hatin lidarxistin. Ev çalakî ji bo danasîna çemê Firatê û balkişandina ser cîhanê li ser asta çemê Firatê ku dagîrkeriya Tirkan kêm kiriye, hat lidarxistin.

Dema kom gihat Reqayê, Reqa bi navê bajarê Aştiyê ragihandin. Herwiha rêxistinên civaka sivîl, saziyên bakur û rojhilatê Sûriyê û şêniyên bajêr li benda karawan bûn.

Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên ser Reqayê xirab bûbû. Komek ji rewşenbîran ji nû ve komele aktîf kir. Ev komele berî krîza Sûriyê gerên çem ji Totel heta bajarê Marî dest dikirin. 18’ê her meha 8’an ji salê dest bi vê gerê dikirin. Lewra di wê dîrokê de bajar hatiye keşifkirin.

ANHA