Rojnameya Ronahî

Tirkiye û hevkarên wê dixwazin Başûr bê civaka Êzîdî be

Darîn SILÊ–Qamişlo

Dewleta tirkî ya dagîrker bi hevkarî û xiyaneta PDK’ê du rojan li ser hev Şingal bombebaran kir. Endama Meclisa jinan ya PYD’ê diyar kir ku êriş dewama planên li ser Şingalê ye.

Ji ber ku civaka Êzîdî bingehekî Kurdan e, Tirkiye her tim wan dike hedef. Bi taybetî piştî ku Êzîdiyan sala 2015an hêza xwe ya parastinê ava kir, êrişên Tirkiyê yên li ser Şingalê pirtir bûn.

16ê Tebqxê dewleta tirkî ya dagîrker bi balafira keşfê êriş kir û di êrişê de fermandarê civaka Êzîdî Seyîd Hesen Seyîd û şarvanekê YBŞ’ê şehîd bûn, 3 welatî jî birîndar bûn. Herwiha 17ê Tebaxê careke din bi balafirên şer nexweşxaneya gundê Sikênoyê çar caran bombebaran kir û di encamê de 8 kes hatin kuştin û gelek kes jî birindar bûn.

Derbarê mijarê de endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir axivî û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser Şingalê şermezar kirin. Rozelîn Bekir wiha axivî: “Bi sedê salan e dewleta tirkî êrişî hebûna Kurdan dike. Niha jî careke din bi armanca xwe ya qirêj di nava herêmên me de dubare dike. Bi taybetî li Şingalê êrişên hovan li ser gel dike. Ji ber ku Êzîdî stûneke Kurdan in, her tim Tirkiye êrişên xwe li ser wan dewam dike û dixwaze vîn û îradeya wan bişkîne, da ku fermana 74’an jî bi serê wan de bîne. Fermana herî dawî jî 3yê Tebaxa 2014an bû. Wê demê zêdetirî 5 hezarî jin hatin revandin û wek kole li sûkan hatin firotin. Heta niha jî hesabê vê nehatiye xwestin. Lê ne tenê komkojî, rojane êrişî Şingalê dike. Her kesî dît berî çend rojan balafirên wê êrişî Şingalê kirin. Di encamê de fermandarek û şervanekî YBŞ`ê şehîd bûn û 3 kesên sivîl jî birîndar bûn.”

Bekir da zanîn ku tişta li Şingalê tê kirin tev bi erêkirina hikûmeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha domand: “Hikumeta Iraqê û ya başûrê Kurdistanê li hemberî van kiryaran bêdeng dimînin û balafirên dewleta Tirkiyê li gorî xwesteka xwe li asîmanê Şingalê digerin û komkujiyan li ser gelê wê pêk tînin. Ev jî tê wateya ku hikumeta Iraqê û ya başûr jî ji qirkirin û dagîrkeriya Tirkiyê re dibin alîkar.”

13`ê Mijdara 2015`an Şingal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û piştî rizgarkirinê bi demekê Êzîdiyan hêza xwe ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) û Yêkîneyên Berxwedana Şingalê ya Jinan YBŞ-Jin ava kirin û ji wê demê ve bi hêza xwe ya cewherî parastina xwe dikin.

Rozelîn Bekir komkojiya Şingalê ya 2014’an bîr xist û wiha berdewamî da axftinên xwe: “Di komkojiya dawî ya 73’yan de, dema ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, çekdarên PDKê reviyan û piştgiriya Êzîdiyan nekirin. Piştî ku DAIŞ li Şingalê têk çû gelê wê hêza xwe ya parastinê ava kir. Ji wê demê ve gelê Şingalê bi hêz û baweriya xwe parastina xwe dike. Lê xuya ye ku ev hêz û rêveberiya ku niha li Şingalê, ne li gorî berjewendiyên hikûmeta Iraqê û ya Başûr e. Bi taybetî Tirkiye dixwaze vê rêveberiyê bişkîne û ji holê rake. Em jî dibêjin ne mafê we ye ku vê rêveberiyê ji başûr derxin. Çimkî ev rêveberî bi keda hêzên YPG û YPJê û bi berxwedana gelê Şingalê hatiye avakirin.”

`Ev dijminê me tevan e`

Endama Meclisa Jinan ya Partiya yekîtiya Demokratîk (PYD) Rozelîn Bekir, tevayiya şehîdên azadiyê bi taybetî yên Êzîdî bîr anîn û wiha got: “Em berxwedana gelê Şingalê pîroz dikin û dibêjin wek gelê Rojava heta dawiyê emê li pişta wan bin. Tişta ji me were xwestin emê bikin. Dibe ku rojek were em tev şehîd bibin, lê em dev ji tekoşina azadiyê bernadin û emê projeya azadiya gelan bi ser bêxin. Em hêvî dikin ku PDK li xwe vegere û ji dû şopa dijmin vegere. Çimkî ev dewleta Tirkiyê dagîrker e û dijmina me Kurdan tevan e.”