Rojnameya Ronahî

Bi pêşangeha wêneyan bal kişandin ser metirsiya li ser çanda Hewraman  

Li bajarokê Tewêle yê Hewremanê bi armanca nîşandan û parastina çanda Hewremanê pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

Li bajarokê Tewêle yê Hewreman ji aliyê Rêxistina Waran ve bi armanca pêşxistina rewşenbîrî û bihevrejiyanê pêşangeheke wêneyan bi durişma “Di navbera duh û îro de’ ji bo wênegirên parêzgeha Helebceyê vekir.

Armanca pêşangehê nîşandana şêwazê avayîsazî û çanda Hewremanê bû ku xwestin bi wêneyan ferqa berê û niha bînin ber hev û balê bikişînin ser metirsiya ji navçûna çanda Hewramî.

Wênegirê bi navê Nazim Manya derbarê armanca pêşangehê de ji Rojnews’ê re ev nirxandin kiri: “Armanca vê pêşangehê ew e ku ferqa avayîsaziyên berê û niha yên Hewremanê were dîtin. Mixabin niha avayisaziyên ku tên çêkirin, xwezaya Hewremanê xerab dikin.”

Ji rêveberiya Rêxistina Waran Helale Şewket Lihonî jî li ser vekirina pêşangehê wiha got: “Armanca pêşangehê nîşandana berê ya Tewêle û niha ye. Eger mirov lê temaşe bike, ferqeke mezin di navbera berê û niha de çêbûye. Ev yek jî metirsiyeke mezin dixe ser wendabûna çand û hunera Hewreman.”

Mamoste Hamid Omer jî ku bi salan e li Hewreman mamoste ye, wiha axivî: “Çanda biyanî bandor li çanda deverê kiriye. Niha ji sedî 90’ê xaniyên bajarokê Tewêle bi dizayna biyanî tên çêkirin. Di avakirina xaniyan de ber, çinar û dîmenên gozan li ber çav nayên girtin û nayên bikaranîn. Ji ber wê dîmenê resen yê Tewêle xirab bûye.”

ROJNEWS