Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çeteyên Tirkiyê  li Efrînê daran dibirin û malan difiroşin

16/08/2021
in Uncategorized
A A
Çeteyên Tirkiyê  li Efrînê daran dibirin û malan difiroşin
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî agahiyên çavkaniyan ji kantona Efrîna dagîrkirî dayîn, çeteyan li derdora 280 darên zeytûn û gozan birîne û milkên welatiyên resen difroşin.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker 12’yê Tebaxê li gundên Çoqê û Stêr yên navenda bajarê Efrînê li derdora 130 darên zeytûnan yên welatiyan birîne.

Li gorî çavkaniyan, li gundê Coqê 90 darên zeytûnan yên Osman Hemo û li gundê Stêr 40 dar yên welatiyê bi navê Nûrî Mihemed hatine birîn.

Li navçeya Bilbilê jî di heman rojê de çeteyên “Lîwa Şemal” li derdora 90 darên zeytûnan û 10 darên gozan yên welatiyê bi navê Resûl Mihemed birîne.

Çavkaniyan herwiha da zanîn ku kesên li Cindirêsê jî bi cih bûyîn, li derdora 50 darên zeytûnan yên Ebdo Mûrad yê ji gundê Keferdelê birîne.

Li navenda bajarê Efrînê jî çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” dest danîn ser avayiya Komeleya Buhar ya nêzî navenda çandê. Komele ya welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Elî yê ji gundê Bablîtê ye.

Li aliyekî din jî çeteyên “Ehrar El-Şerqiye” xaniyê Cûma Mihemed yê li derdora çerxeriya Maratê bi 2 hezar dolarî firotine kesekî ji Helebê. Cûma Mihemed Kurdekî gundê Xelnêrê ye.

Li gorî çavkaniyan, kesek ji herêma Qelemon ya gundewarê Şamê ku li taxa Eşrefiyê ya navenda bajarê Efrînê bi cih bûye, xanî û dikana welatiyekî bi navê Ramî Îbrahîm yê ji gundê Dêr Sewan yê navçeya Şerayê firotine. Çavkaniyan diyar kir ku xanî bi hezar û 400 dolarî û dikan bi 800 dolarî firotine çeteyekî “Feyleq El-Şam” ku ji Idlibê ye.

ANHA

Post Views: 44
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.