Rojnameya Ronahî

Civakê nekin neyarê hev bavê Min!  

Sîpan Şînda

Ji roja mirovayiyê dest pê kirî û hetanî niha pirr hizirîn, pirr bawerî, pirr Xwedayetî, pirr serîtî û hwd. her û her di nava civakan de derketiye. Heta niha jî ev yek heye û wê ji niha û pêve jî hebe. Ev tiştekî gelek asayî ye û divê mirov ji vê yekê re jî rêzê bigire. Lewra civak ne tişteke mezbît e ku weke xwe bimîne. Bi taybetî di warê hizrî û mejî de civak her tim livek e ti kes jî nikare pêşiya vê yekê bigire. Berûvajî mirov hewl bidin pêşî lê bigirin, divê mirov hevdu sîx bide û livekiyê di nava civakê de gur û geş bike. Nexwe civak wê pêş ve neçe, hizrên nû wê dernekevin pêş û civak wê tiral bibe. Civakeke tiral jî her tim berminetê xelkê ye û çavê wê li ber destê xelkê ye. Di vê derê de jî bar dikeve ser milê rewşenbîran ku pêşengiya civakê bikin û fikrên nû pêşkêşî civakê bikin. Lê belê divê rewşenbîr jî bizane ka ew çi dike û çi dibêje.

 Bêguman divê ti car û ti heyaman rewşenbîr neyên qeydûbendkirin. Qeydûbendkirina rewşenbîran, yan jî hewldana vê, weke mirov civakekê bêxe şkefteke tarî û bêderî û ne ti ronî û ne jî ti alav di destê wî de hebe ji xwe re riyekê veke da ku ji şkeftê derkeve. Qeydûbendkirina rewşenbîran weke çikandina avê ji ser dehlekê ye; pêşî pelên wê zer dibin û paşê jî hişk dibe. Ji ber wê divê rewşenbîr bi mejjiyê xwe, bi dilê xwe, bi giyanê xwe azad be. Lêbelê divê rewşenbîr jî bizane peywira xwe û li wê gorê civakê ronî bike, ne civakê têk bide.

 Rewşenbîrên Kurd îro ji desthilatdarên Kurd pirtir civaka Kurd rexne dikin û tu dibêjî qey tevayiya xirabiyê ji nava civakê derdikevin. Baş e, emê kêmayiyên civakê bêjin, lêbelê divê em civakê ji hev nepijiqînin û di nava civatan de, baweriyan de, hizran de neyartiyê çênekin. Divê em wisa nekin ku ew bibin reşê hev. Hinek rastiyên civakê hene divê rewşenbîr jî qebûl bikin. Civaka Kurd civakeke bawermend e. Çi Misilman, çi Êzîdî, çi Cihû, çi Mesîhî, yan jî tişteke din be ferq nake, heqê ti kesî nîne êrişî baweriyên civakê bike. Êzdayetî baweriya Kurdan ya kevin e, lêbelê îro pirrê civaka Kurd ji Misilmanetiyê bawer dike. Divê ti kes ranebe neavêje Êzdayetiyê û Êzîdiyan bi ti tiştan tewanbar neke. Herwiha divê ti bawermend jî neavêjin ola Islamê û Kurdên Misilman rencîde neke. Yan jî di nava mezheban de divê ev yek neyê kirin. Gelek caran em dibihîzin ku gelek kes di vî warî de êrişî pîroziyên civakê dikin. Yên vê yekê dikin jî pitirê xwe kesên cahil in û di vî warî de bar dikeve ser milê rewşenbîran ku civakê ronî û hişyar bikin.

 Bavê min, jixwe neyarê me her roj bi hêcetên cuda êrişî me dikin û dixwazin civaka me ya heyî jî tert û belav bikin, ji hev bipijiqînin û pirtir bikin neyarê hev. Jixwe ol ji bo wan alavê herî hêsan e ku li himberî civaka me bi kar tînin. Her roj me bi van hêcetan berdidin hev û taqên di navbera baweriyên cuda de stûrtir dikin. Bi kurtayî, divê em hemû bi hev re di vî warî de hişyartir bin û ji bo civakê li hev şîrîntir bikin û taqên bi sedê salan e ji aliyê xêrnexwazên me ve di nava baweriyên cuda de hatîn danîn hilweşînin.