Rojnameya Ronahî

Amed xwe ji Mîhrîcana Feqiyê Teyran re amade dike  

Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik ku di xebata Mihrîcana Feqiyê Teyran ya Çand, Huner û Xwezayê ya Navneteweyî de ciyê xwe digire, diyar kir ku wê sazî û dezgehên navneteweyî jî beşdarî bernameya xwe ya nîqaşên Îlonê bikin û banga tevlîbûna mihrîcanê li welatiyan kir.

Bi tevlîbûna Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Amedê (DTO) û gelek saziyên sivîl yên civakî, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê li avayiya Navenda Hunerê ya Mordem ya li navçeya Peyas ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê 3’yê Hezîranê ragihandibûn ku wê Nîsana 2022’yan li Amedê Mohrîcana Feqiyê Teyran ya Çand, Huner û Xwezayê ya Navneteweyî li dar bixin. Rêveberê Navenda Hûnerê ya Mordem Bariş Işik, derbarê xebata mihrîcanê de agahî dan.

Işik, diyar kir ku wek Hunera Mordem, Atolye A4, Wephotos, Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê û Wêjegeh Amed biryar dan ku mihrîcanekê bi navê Feqiyê Teyran li dar bixin.

Işik, da zanîn ku bi 6 koman re li ser projeyekê hatin gel hev û wiha axivî: “Naveroka xebata me jî Feqiyê Teyran bû. Feqiye Teyran helbestvanekî me yê mezin e. Me got em li ser wî lêkolîn bikin û bixebitin. Bi vî awayî ev mihrîcan derket holê. Eger me 6 koman karî bên gel hev, wê demê emê bikarin komên derveyî xwe jî beşdarê vê xebatê bikin ku mihrîcan xurttir bibe. Ji ber wê em li sazî û dezgehên sivîl yên Amedê geriyan. Ji bo destpêkê em gihîştin armanca xwe. Gelek ji koman hatin danasîna mihrîcanê.”

‘Ji zarokan heta pîran li benda herkesî ne’

Işik, diyar kir ku daxwaziya wan ew e ku tevayiya saziyan bi karê xwe beşdarî mihrîcanê bibin û wiha got: “Emê bi saziyên ku em pê re axivîn re yan dawiya meha Tebaxê yan jî serê meha Îlonê civînekê li dar bixin. Wê di civînê de her kes karê ku bikare bike bibêje. Destpêkê emê karê saziyên ku ji Amedê beşdar dibin diyar bikin, pişt re jî yên navneteweyî. Mohrîcan wê li ser çand, huner û xwezayê be. Jixwe di Mohrîcana Feqiyê Teyran de jî ev heye. Çend cihên ku diyar in hene, lê em hê li cih digerin. Mînak wê di mihrîcanê de cihê kampê jî hebe. Wê kon werin vedan, performans, atolye û perwerde çêbin. Kesên ku em li benda tevlîbûna wan in jî, ji 7 salî heta 70 salî ne.”

Xebata mihrîcanê didome

lşik, da zanîn ku xebata wan ya ji bo mihrîcanê dewam dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê Wêjegeha Amedê, di mihrîcanê de li ser Feqiyê Teyran panel û semîneran li dar bixe û broşûrên li ser Feqiyê Teyran amade bike. Di heman demê de, wê bi Tora Ziman û Çanda Kurdî û MED-DER’ê re di nava hevkariyê de bin. Wê Atolye A4 û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê pêşangehekê vekin. Dibe ku pêşangeh li bajêr li gelek cihan were vekirin. Wê tevayiya cureyên hûnerên dîtbarî û wêne di pêşangehê de hebin. Wê Atolya A4 û Wephotos belgefîlmekê li ser Feqiyê Teyran çêkin. Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê jî wê li ser Feqiyê Teyran çîrokan ji zarokan re bêje. Em wek Mordem Sanat felsefeya Feqiyê Teyran wek şano bi mûzîkalê pêşkeş bikin. Em bi Tora Ziman û Çanda Kurdî re jî axivîn. Dibe ku sala 2022’yan weke sala Feqiyê Teyran were ragihandin. Ma Muzîkê jî got em dikarin bi koma zarokan konserekê li dar bixin. Dibe ku Şanoya Bajêr ya Amedê jî bi lîstikeke gelêrî beşdarî mihrîcanê bibe.”

Banga xwedîderketinê

Bariş Işik, da xuyakirin ku têkiliya wan bi hin komên derveyî welat re jî heye û wiha got: “Kesên ku dixwazin di vê mihrîcanê de cih bigirin, yên ji nava Amedê yên derveyî wê bila xwe bigihînin me ku em ji wan re bibin alîkar û di mihrîcanê de cih bigirin. Li aliyê din em dixwazin ku ev mihrîcan yan salekê yan du salan carekê were lidarxistin û bibe kevnepşopiyek. Ji ber wê daxwaziya me ew e ku gel jî lê xwedîderkeve. Banga me ya herî mezin ev e.”

Mezopotemya