Rojnameya Ronahî

`Guleya 15`ê Tebaxê gelê Kurd şiyar kir`

Dilîn EHMED-Qamişlo   

Şadiya Omer diyar kir ku, ji bo gelê Kurd doza mafê xwe neke, dijmin ew xistibû nava xewa mirinê. Lê plana wan pêk nehat, guleya 15`ê Tebaxê gel şiyar kir.

Ji bo azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê ji bin dagîrkirinê, li navçeya Dihê û Şemzîna 15ê Tebaxa sala 1984`an Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) bi fermandariya Mahsum, Korkmaz gaveke dîrokî hat avêtin. Şerê ku ev 37 sal in dewam dike, dest pê kir. Gelê Kurd li seranserê cîhanê vê rojê bi çalakiyên cida (meş, semîner, şahî) bîr tîne.

Roja vejîn û berxwedanê

Endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Şadiya Omer, li ser mijarê ji me re axivî û got, ev roj li tevayiya gelê azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd pîroz be. Şadiya Omer diyar kir ku, Tevgera Azadiyê bi vê pêngava 15`ê Tebxê peyama dema hesabxwestinê ji dewleta tirkî da. Şadiya axaftina xwe wiha domand: “Roja vejînê 37 sal ji berxwedan û têkoşînê li pey xwe hiştin û derbasî sala 38`an dibe. Li hemberî planên dewleta tirkî ya dagîrker ku dixwest û heta niha dixweze gelê Kurd qir bike, Tevgera Azadiyê bi berxwedana 15` Tebaxê ev plan têk bir. Heta roja îro jî, ji bo azadiya gelê Kurd û rizgarkirina Rêbertiyê, ev tevger bi têkoşîneke bêhempa li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ji ber wê em dibêjin ev roj cejna vejînê ye.”

Şadiya Omer got, pêngava 15`ê Tebaxê, dîroka gelê Kurd jinûve nivîsand. Di encama vê pêngavê de, jihevketina gelê Kurd hat rawestandin û hat guhertin. Herwiha di demeke kin de, Tevgera Azadiyê bi têkoşîna xwe, pirsgirêka gel xist rojeva dewletên serdest û tevayiya cîhanê.

`Berxwedana 19`ê Tîrmehê berdewama têkoşîna 15`ê Tebaxê ye`

 Li ser şoreşa Rojava û berxwedana ku niha tê kirin Şadiya Omer wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ji bo gelê Kurd doza mafê xwe neke, dijmin bi şerê xwe yê taybet, gel dixe xeweke giran. Lê ji ber ku armanca kar û xebata Tevgera Azadiyê xilaskirina gelê Kurd ji bindestiyê ye, bi guleya xwe ya yekê gel hişyar kir. Li bakurê Kurdistanê berxwedana 15`ê Tebaxê, gel hişyar kir, bû sedem li Rojava jî şoreşa 19`ê Tîrmehê pêk were. Gelê bakur û rojhilatê Sûrî, moralê têkoşîna şoreşa Rojava, ji gulaye 15`ê Tebaxê girtiye. Tevî hewldanên dewletên serdest di serî de jî dewleta tirkî, ku dixwazin berxwedana vê şoreşê bişkînin, gel li ber xwe dide û soza azadiya welat daye.”

Li ser êrişên dewleta tirkî û hevkarên wê Şadiya got, ne li Bakur û Rojava tenê, li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo tinekirina gelê Kurd, dijmin bi şev û roj êriş dike. Şadiya Omer axaftina xwe wiha domand: “Ji bo gelê Kurd bigihîje mafê xwe, li seranserê cîhanê li ber xwe dide. Lê pirs ev e. Çima cîhan çavê xwe ji vê neheqiya ku li me dibe digire? Çima dewleta tirkî li çiyayên azad çekên qedexekirî bi kar tîne? Gelo ew mafî wî ye lê ne mafê gelê Kurd e ku hebûna xwe biparêze. Gelê Kurd jî xwedîdîrok e, mafê wan jî heye ku li ser erdê xwe bi ziman û çanda xwe bijîn. Ji bo parastina mafê gelê Kurd û tevayiya gelê bindest, ev çend meh in Gerîlayên Azadiyê li hemberî tang û topên dewleta tirkî li ber xwe didin, li zindanên Tirkiyê greva birçîbûnê dewam dike. Ti kes nikare vê rastiyê inkar bike ku, armanca fikir û felsefeya vê tevgerê azadiya gelan ji dewletên serdest e.”

`Dem dema pêkanîna dozê ye`

 Endama Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Şadiya Omer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo careke din dîroka me ji aliyê serdestan ve neyê wendakirin, zimanê me, çanda me neyê paşguhkirin, divê em li dîrokê vegerin û nekevin heman şaşîtiyê. Niha ya herî girîng û pêwîst ew e ku, miletê me bi şerê dijmin yê taybet neyê xapandin. Guherînên bi şoreşê re çêbûyîn, destkeftiyên bi qehremaniya şehîdan pêk hatîn, ji dijmin re nehêlin. Dem hatiye ku em jî weke gelên dinyayê azad bijîn. Dem hatiye ku em bi têkoşîna xwe Rêbertiyê rizgar bikin. Dem hatiye ku em planên dijmin bi berxwedana xwe têk bibin. Niha dem dema pêkanîna dozê ye.”