Rojnameya Ronahî

Aram Tîgran…dengê aştiyê

Hediya HISÊN-Qamişlo

Digel ku mirovekî Ermenî ye bi stiranên Kurdî yên resen û kevnar hat naskirin. Kesê guhdarî stiranên wî dikir nizaniya ku ne Kurd e. Ew kes hunermendê nemir Aram Tîgran e.

Jiyan û destpêka gera hunermend Aram ya hunerî

Çawa ku tê zanîn di fermana Ermenan ya sala 1915 de ku bi destê dewleta Tirkan çêbû, milyonek û nîv Ermen hatin kuştin. Bapîrê Aram di wê fermanê de tê kuşin. Bavê Aram  Tîgran Sakoy Mîlîkan ji gundê xwe Amîdê yê girêdayî navçeya Sason ya Êlihê koçî navçeya Fareqînê ya Amedê dike. Axayekî Kurd li mala xwe wî vedişêre. Sala 1928an bavê Aram diya Aram ku wê jî koçî Farqînê kiribû, nas dike û hev direvînin tên bajarê Qamişlo.

Aram Tîgran sala 1934an li bajarê Qamişlo di malbateke heskera mûzîkê de ji dayîk dibe. Bavê wî ji mûzîkê pir hes dike û li bilûrê dixist. Aram jî fêrî lêxistina bilûrê dike. Dayîka wî jî bi dengê xwe yê xweş dihat naskirin. Dema Aram şeşsalî mamê wî tembûrekê diyarî wî dike. Di 15 saliya xwe de Aram dibe tembûrvanekî jîr û li dawetan de stiranan dibêje. Bavê wî piştgiriya wî dike. Jê re gotinên stiranan dinivîse û ew jî dibêje. Pişt re fêrî cumbûşê dibe.

Huner û stiranên Aram

Lêxistina cumbûşê bala Aram dikişîne û pir jê hes dike. Dema li cumbûşê dixe mirov dizane ku ji hest û dil e. Pişt re dest bi stiranên kurdî dike. Stirana wî ya yekê ya bi kurdî dibêje ji helbestên Cegerxwîn e. Sala 1957an Aram bi Sîlva re dizewice û sê zarokên wan (Agob, Sîvan û Îcîmîk) çêdibin. Sala 1966an Aram ji Qamişlo koçî Eremenistanê dike û li paytet Êrîvanê bi cî dibe. Stiraneke wî ya binavûdeng heye ku li ser xweşikbûna Ermenistanê dibêje: “Hatim hatim Hayistan çi xweşik e Abû Viyan çi xweşike Yêrîvan”

Gelek hunermend û stiranbêjên mîna Karepêtê Xaco, Sosoka Simo û Seyda Şemdîn li Êrîvanê nas dike. Herwiha di beşa kurdî ya radyoya Êrîvanê de bi wan re kar dike. Helbestên gelek helbestvanên Kurd yên mîna Feqiyê Teyran, Seydayê Tîrêj û Seydayê Keleş dibêje. Yek ji stiranên wî yên Kurdî ya binavûdeng ku sala 1965an dibêje, ya bi navê `Şev Çû` ye. Çend stiranên wî yên din yên binavûdeng ku bi kurdî gotine ev in: `Ay dîlberê, Serok Apo, Zimanê Kurdî, Bilbil, Newroz e Newroz e û hwd… 11 elbomên wî ku ji 120 stiranan pêk tên hene. Digel stiranên Ermenî 300 stiranên wî hene.

Çûna Ewropa

Hunermend Aram sala 1985an vê carê ji Eemenistanê koçî Ewropa dike. Li Almanya, Belçîka, Frnsa, Siwêd û Îtalya tevlî gelek çalakiyê hunerî û çandî yên ji aliyê civata Kurd û Ermenî ve tên amadekirin dibe. Bi hezaran xelk beşdarî çalakiyên Aram tevlî wan dibe, dibin.

Piştî gera xwe ya hunerî vê carê jî koçî paytexta Yewnanistan Atîne dike. Ji Atîna diçe Batmanê û tevlî Newroza 2008an dibe. Herwiha sala 2009an tevlî mihrîcana Amedê ya çandî dibe. Di mihrîcanê de tê xelatkirin. Piştî mihrîcanê ji bo serdana dapîr û bapîrên xwe diçe Sason, Farqîn û Amîdê.

Bi dengê xwe dilê her kesî dike waletê xwe

8ê Tebaxa 2009an piştî ku ji Amedê vedigere kirîza dil pê re çêdibe û jiyana xwe ji dest dide. Bi hiceta ku ne Tirk e, dewleta Tirkan ya faşîst nehêle li cihê dapîr û bapîrên xwe were veşartin. Bi merasimeke girsayî û bi tevlîbûna malbatê û bi dehan kesên binavûdeng ji Kurd û Ermeniyan li paytexta Belçîka Brûkselê tê veşartin.

Rêber Apo dibêje, li Serê Kaniyê ez çûbûm serdana melbatekê. Dengekî xweş yê zelal hat guhê min. Lê min nizanî ka dengê kê ye. Pişt re min zanî ku ev dengê hunermendê mezin Aram Tîgran e. Ew deng ket dilê min û min got ev deng nabe ku bimire.

Aram Tîgran bi dengê xwe yê xweş cihê xwe di dilê her kesî de çêkir.