Rojnameya Ronahî

Li Helebê li ser çanda kurdî semînerek hate dayîn

​​​​​​​Navenda Rewşenbîrî ya Helebê bi sernavê” Kelepûra gelê Kurd û folklor û nasnameya welat” semînerek da û tê de diyar kir ku wêjeya gelê Kurd bi peyama xwe ya mirovane di jiyana gelan de roleke diyarker lîst û mîrasa Kurdan bi heskirin, rastî, wefedarî û exlaqê pak bi nav kir

Semîner li Navenda Rewşenbîrî ya Helebê ya li rojhilatê taxê bi beşdariya bi dehan hunermend, rewşenbîr, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl li dar ket.

ÇANDA GELEKÎ NASNAMEYA NETEWEYÎ YE

Di semînerê de endamê Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê Mihemed Elî behsa çanda gelan kir û got, çand nîşana herî girîng ya nasnameya neteweyî ya gelan e. Çanda kurdî jî taybetmendiyên kesayeta kurdî diyar dike.”

Elî da zanîn ku çand balê dikişîne ser bawerî û bendên gelan û gencîneyeke dewlemend ya dîroka pêşketin, mezinbûn û zanebûna  wan e. Ji ber wê gelan stiranên gelêrî ku ji serdemeke derbasbûyî bûye veguhestina adet û tecrûbeyên wan yên jiyanê.”

TÊGEHA FOLKOR E

Elî têkildarî pênaseya têgeha folklorê diyar kir ku têgehek e û di sedsala 19`an de ji aliyê zanyarê arkeolojiyê yê Ingilîz James William Thomas ve hatiye danîn û dûv re zanyarên din weke têgeh bi kar anîne.

Elî got, beerî ku em folklore û cureyên wê bidin nasîn, divê em wateya wê diyar bikin ku ew jî têgeheke ji du gotinan pêk tê, ya yekê ‘folk’ ku tê wateya gel û ‘lor’ jî tê wateya komeke ji zanist û tecrûbeyan û afirandinên ku gelekî diyar afirandine.”

Mihemed Elî diyar kir ku gelê Efrînê di veguhestina çîrokan û wêjeya devokî de roleke girîng lîst.

DIVÊ EM PARASTINA ÇANDA XWE BIKIN

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê (Konferans) Remzî Şêxmûs jî di axaftina xwe de wiha got: ‘Pêşkêşkirina hunermendan yek ji hîmên bingehî ye ku parastina kelepûrê ji wendabûnê kir û têgehên nû û kevin li zimanê kurdî zêde kir.

Şêxmûs bal kişand ser hunermendê bi navê Îbrame Terko yê ji gundê Kordan ku sala 1881`ê li gundê Ceqlê ji dayîk bûye û gelek hunermend li ser destê wî mezin bûn û Ebdurehman Umer yê bi navê Bavê Selah tê naskirin.

DENGBÊJÊN GELERÎ

Remzî Şêxmûs herwiha behsa hin hunermendên stranên gelêrî yên weke, Umer Cemlo, Ebdurehamn Umer (Bavê Selah), Mihemed Elî Tico û Abrama Tirko kir.

BI KOÇKIRINA MEZINAN RÊWÎTÎ BI DAWÎ NEBÛ

Remzî Şêxmûs da zanîn ku rêwîtiya stirana kelepûrî yan jî efsûnî bi koçkirina mezinan bi dawî nebû, ji nifşekî derbasî nifşekî din bû ku ew jî stranbêj Mihemed Welîd ku bi stirana Şêx Seîd û Derwêşê Evdî hat naskirin, herwiha Ehmedê Xanê û Elî Dawid.”

ANHA