Rojnameya Ronahî

RJAK: Eger agahî neyê dayîn emê şêwazên cuda bi kar bînin

Berdevka RJAK`ê Soma Ferhad diyar kir ku xwediyê heman hişmendiya komkujiya Şingalê, 3 endamên RJAK`ê girtine û got, ev şêwaz encama siyaseta li dijî saziyên jinan e û girtina endamên me li ser saziyên jinan gefeke mezin e.

Şandeyek ji Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), bi pêmana salvegera 7’an ya fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, serdana Şingalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî û endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk dihat, dema ji Şingalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin destgîrkirin. Heta niha ji wan ti agahî nehatine girtin.

Derbarê girtina du rêveber û endameke RJAK’ê de berdevka RJAK`ê Soma Ferhad, ev agahî dan: ‘Digel ku saziyên me li Iraq û başûrê Kurdistanê fermî ne, hevalên me hatine girtin û heta niha jî em çarenûsa wan nizanin. Eger agahî neyê dayîn emê şêwazên cûda bi kar bînin.”

`RJAK LI BAŞÛR Û IRAQ`Ê FERMÎ YE, ÇIMA HEVALÊN ME HATINE GIRTIN?`

Soma Ferhad, diyar kir ku gelek kom di çalakiya salvegera Şingalê de amade bûn ku balkêş e endamên wan tenê hatine girtin û wiha got: “Li başûrê Kurdistanê gelek saziyên jinan hene. Diviya li Şingalê ev sazî hemû kom bibûna, lê mixabin derveyî me kes amade nebû. Saziya me li başûrê Kurdistan û Iraqê fermî ne. Bi fermî em dikarin herin her bajarî. Hevalên me bi çi sedemê hatine girtin? Heta niha çarenûsa wan ne diyar e. Eger agahî ji me re neyê dayîn, wê demê emê riyên cuda bi kar bînin. Heta hevalên me neyên berdan emê xwepêşandanan li dar bixin û her li ser piyan bin.”

Soma Ferhad, da zanîn ku du endamên wan dayîk in û zarokên wan yên piçûk hene û wiha got: “Rewşa zarokên wan ne baş e. Em hewl didin di vê dema zehmet de li gel zarokên wan bin. Tenê dizanin ku li Kelek in û heta niha sewqî cihekî nekirine. Em texmîn dikin ku wê cihên wan bigûherînin.”

`EV KIRYAR ENCAMA HEMAN HIŞMENDIYA KOMKUJIYA ŞINGALÊ YE`

Soma Ferhad, da xuyakirin ku yên hevalên wan girtîn xwediyên heman hişmendiya komkujiya Şingalê ne û got, bi van şêwazan dixwazin Şingalê tenê bihelin ku nehelin ti kes piştgiriya wê bike. Ev hişmendî li ser bi ser tevayiya başûrê Kurdistanê de hatiye sepandin. Li Şingalê komkujiyek çêbû, lê metirsî li ser her çar beşên Kurdistanê heye. Rexneyek li ser saziyên jinan e ku di salvegera Şingalê de neçûn Şingalê. Lewra li ser Şingalê bi taybetî li ser jinan sûcên firotin, destdirêjî û komkujiyê çêbûn. Ihtîmal e ku di demên pêş de li ser me jî heman hovîtî çêbe. Ji ber wê divê jin li dijî vê siyasetê rabin.”

`METIRSIYEKE MEZIN LI SER SAZIYÊN JINAN HEYE`

Soma Ferhad, bang li tevayiya jinan kir ku li dijî vê siyasetê derkevin û got, em li bendê ne ku jin li endamên me xwedî derkevin. Girtina endamên me metirsiyek mezin li ser saziyên jinan ava dike. Ev girtin ne li ser endamên me tenê ye, ev kiryar encama siyaseta li dijî saziyên jinan e.”

Ev siyaseta PDK`ê ne nû ye, ev 60 roj in ti agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê nayê girtin.

ANHA