Rojnameya Ronahî

Bîbliyografya xebata derbarê Êzîdiyan û Êzdayetiyê de

Navenda Nûçeyan

Ji destpêka sedsala 21ê vir ve hevsengiya cîhanê û pê re jî ya Rojhilata Navî guherî. Piştî ku berê her kesî vegeriya Rojhilata Navî netewe, gel û civakên li herêmê ji nêz ve hatin şopandin. Yek ji wan civakan jî civaka Kurdên Êzîdî ye. Bala cîhanê bi destpêka sedsalê re pirtir çû ser Kurdên Êzîdî. Bêguman mirov dikare gelek sedeman ji bo vê yekê rêz bike. Lê sedema sereke baweriya Kurdên Êzîdî bixwe bû. Êzîdî ji çi bawer dikin? Dînê wan di nava pergala dînên cîhanî de çawa tê nirxandin? Ayîn, dêlindêz û merasimên xwe yên dînî, çawa pêk tînin? Di civakê de pergaleke çawa heye? Û hwd. Bi pirs û boçûnên bi vî rengî Êzîdiyan û êzdayetiyê hêdî hêdî di nava akademiya cîhanê de cihê xwe girtin. Ji berê ve ye xebatên hêja li ser Êzîdiyan hatine kirin û derbarê Êzîdiyan de dewlet û împeratoriyan têra xwe arşîv girtine. Lêbelê bi vê sedsalê û destwerdanên li ser Rojhilata Navî Êzîdî pirtir bûn dabaşa xeberdanê. Nexasim piştî dagîrkirin û Komkujiya Şingalê xebatên akademîk û lêkolînî yên li ser Êzdayetiyê û Êzîdiyan her ku çû pirtir bûn. Mirov dikare bi rihetî bibêje ku ji 3’yê tebaxa 2014’an heta niha bi dehan pirtûk, bi sedan tezên akademîk û gotar hatine nivîsîn. Pêwîst e her berhem bi baldariyeke zanistî bê nirxandin. Emê kurte bîbliyografyayeke van xebatan pêşkêşî xwendevanan bikin da ku bikarin ji van xebatan haydar bin.

Meclisa Medyaya Dijîtal ya Kurdistanê bi pêmana salvegera Komkujiya Şingalê li ser medyaya dijîtal kampanyayek da destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de bi dehhezaran kes bûn dengê berxwedana Êzîdiyên li Şingalê. Ev bîbliyografya jî danehev û lêkolînekî piçûk e ji bo kesên ku dixwazin hûrgiliyên vê dabaşê lêbikolin. Helbet hê gelek berhem hebûn ku me tev li vê bîbliyografyayê nekirine. Ev berhemên di vê bîbliyografyayê de hêjayî vê xebata bîbliyografyayê hatine dîtin.

Çavkaniyên kurdî:

  1. Bi Zarê Êzîdiyan Çîrokên Gelêrî, Îdrîs Okûdûçî, J&J Yayınları
  2. Êzdîtî – Divê Mirov Rastiya Wê li ku Bigere,Ezizê Cewo, J&J Yayınları
  3. Êzdîxan û 97 Ferman, Amed Tigris – Rojîn Zarg, Apec Yayınları
  4. Heleqetîyêd Pismamtîyê di Nav Kurdan de, Emînê Evdal, Lîs, 2021
  5. Bawermendîyên Kurdên Êzdî, Emînê Evdal, Lîs, 2021
  6. Êzdîyatî, Tosinê Reşîd, Lîs, 2010
  7. Rewşa Kurden Ezidi: Fermana 73yan, Hayrettin Ekinci, J&J Yayınları, 2016
  8. Wer Sind Die Eziden? / Ezidî Kî Ne?: Ezidische Kinder Und Jugendliche Stellen Fragen Zu İhrer Religion, Identität Und Migration / Zarok Û Ciwanên Êzidî Pirsan Li Ser Dîn, Nasname Û Penaberiya Xwe Dikin, Jan Ilhan Kizilhan, Koerdisch editie, 2013