Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Ş.Herkol bi kêfxwşî bi dawî bû

Hediya HISÊN-Qamişlo

Pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan ya 28ê Temûzê bi durişma “Pirtûk Rehjena Jiyanê Ye”, hatî vekirin, 5ê Tebaxê bi dawî bû.

Bi dehan weşanxane bi 130 hezar pirtûkan tevlî pêşangehê bûn. Herwiha ji bakur û rojhilatê Sûrî, Tûnis, Iraq, Îtalya û bakurê Kurdistanê nivîskar bi pirtûkên xwe tevlî pêşangehê bûn. Her roj saet 12 û 18an semîner hatin dayîn. Mjarên semîneran jî pirrengî bûn. Herwiha 3 diyalogên li ser huner, şêwekarî û pirtûkan hatin kirin. Pirtûk bi zimanê kurdî, erebî, suryanî, tirkî, ingilîzî û fransî bûn. Piraniya pirtûkan çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî bûn. Pêşangeha wêneyan jî hebû. 44 sazî û weşanxane tevlî pêşangehê bûn. Beşeke taybet ji bo çîrok û pirtûkên zarokan jî hebû.

Di dawiya pêşengehê de ji bo kes, sazî û weşanxaneyên tevlî pêşangehê bûyîn, spasî hat kirin. Hin kesên pirtûk zêde xwendîn û her roj serdana pêşangehê kirîn hatin xelatkirin û 13 şagirtên  îsal refa 12an bi serkeftî qedanîn ji aliyê Destya Çand û Hunerê ve bi dayîna 40 pirtûkan hatin xelatkirin. 1280 kopon jî li şagirtên Zanîngeha Rojava hatin belavkirin.

Derbarê mijarê de, Hevseroka desteya Çand û Hunerê li herêm Cizîrê Rewda Hesen wiha axivî: “Pêşangeh 8 rojan vekirî bû. Gelê me bi coşeke mezin beşdarî pêşangehê bû. Piraniya beşdaran heskerên xwendinê bûn. Herwiha diyalog û semînerên hatîn dayîn têrûtijî bûn. Desteya Çandê îsal li gorî derfetên xwe 200 pirtûkên nivîskarên herêmî çap kirin.”

Rewda diyar kir ku armanc ji vekirina pêşangê ew bû ku piştgiriya nivîskaran bikin û çanda xwendinê belav bikin.

Rawda Hesen bi van gotinan dawî li axiftina xwe ani: “Di dema rêjima Be`es de pêşangehên wiha li Şamê tenê dihatin vekirin. Weka din gelek nivîskarên me nikarîbûn pirtûkên xwe li gorî fikir û baweriyên xwe binivîsin. Bi dehan nivîskarên me pirtûkên xwe li Ewropa derdixistin. Çimkî li Sûriyê di dema rejima Be´es de pirtûkên li diji hişmendiya wan û pirtûkên kurdî nedihatin çapkirin û çapkirina wan qedexe bû. Armanca me jî em pirtûkên berê hatîn çapkirin û derbaskirina herêmê qedexe bû, li vê pêşangehê bidin nasîn û xwendin.”

Endama weşanxaneya Şilêr Botan Hoşê got, tiştê balkêş nivîskar û heskerên xwendinê hemû li pêşanghê kom dibûn û axaftina xwe wiha domand: “Erê 8 roj demeke kurt bû lê xweş bû jî. Gelek axaftin û naskirin di nava nivîskar û xwendevanan de çêbûn. Ji bo xwemdekaran derfeteke mezin bû ku nivîskarên pirtûkên dixwînin nas bikin û bi wan re biaxivin.

Botan bal kişand ser girîngiya xwendinê û diyar kir ku xwendin çanda pêşketinê ye û axaftina xwe wiha domand: “Kesê nexwîne pêş nakeve, xwendin mejiyê mirovan zindî dike. Lê li gorî nêrîna min ji ber pêşketina teknolojiyê kirîna pirtûkan kêm bûye. Lê tevî vê jî hê çanda kirîn û xwendina pirtûkan heye.”

Botan da zanîn ku piştgiriyeke madî jî ji pêşangehê, nivîskar, xwendekar, xwendevan, sazî û weşanxaneyan re hebû û wiha axivî: “Piştgiriya madî pir baş bû. Lê mixabin bihayê pirtûkan bilind bû. Lewra gelek pirtûk bi dolaran dihatin firotin û bihayê hina heta 50 dolarî jî diçû. Ji ber wê li gorî par kirîna pirtûkan kêm bû. Lê di gel wê gelek weşanxaneyên derveyî Sûriyê bihayê pirtûkan kêm kiribûn û ev cihê rêzgirtin û spasiyê ye.