Rojnameya Ronahî

Nivîskar dîroka gelan dinivîsin

Hediya HISÊN-Qamişlo

Ciwan Zekî: Min xwast êşa hatî serê gelê Şingalê û berxwedana wan, bi pênûsa xwe ji nifşê nû re bidim nasîn.

Nivîskar ji bo gel û welatê xwe karekî pîroz dike. Çimkî ew bi nivîsê dîrokekê dinivîse û bi pênûsa xwe gelê xwe dide nasîn. Yek ji wan nivîskaran Ciwan Zekî Silo ye. Ciwan Zekî bi nivîs û pirtûkên xwe gelek êşên Kurdan belge kirine. Bi taybetî komkûjiya Şingalê ya 3yê Tebaxa 2014’an. Ji ber ku fermana li Şingalê qewimî, jê re êşeke mezin bû bi navê `Çengek ji axa Şingalê` pirtûkek nivîsî. Li ser vê pirtûkê û armanca xwe Ciwan Zekî Silo ji me re axivî.

Ciwan Zekî bal kişand ser pirtûka nû nivîsî û diyar kir ku pirtûka wî ya nû balê dikşîne ser fermana Êzîdiyan ya sala 2014’an.

Ciwan Zekî wiha axivî: “Ji bo her Kurdê welatparêz 3yê Tebaxê dîrokeke reş e. Dema min êşa hatî serê Êzîdiyên li Şingalê dît û pişt re şerê li Kobanê derketî, bi min re êşeke mezin çêkir. Min his kir ku erkê min e binivîsim. Gelê Şingalê berbanga sibehê çeteyên DAIŞê li ber deriyên xwe dîtin. Di kêliyekê de rojeke ronî tarî bû. Bi hezaran kes hatin kuştin, jin û zarok hatin revandin.”

Ciwan Zekî di berdawamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi malbatên Êzîdî yên ji Şigalê reviyayîn Rojava û yên ji destê DAIŞê rizgar bûyîn, min gelek hevdîtin kirin. Di pirtûka xwe ya bi navê `Çengek ji axa Şingalê` de min kurteçîrokên malbatên Êzîdî û şervanên li Şigalê şer kirîn nivîsîne.”

Li ser çîrokên di pirtûkê de jî Ciwan Zekî wiha got: “Min gelek malbat û kesên rizgar bûyîn dîtin, lê bi taybetî malbateke ji wan bala min pir kişand. Ji aliyê DAIŞê ve bav hatibû girtin, dayîk hatibû revandin û zarok jî winda bûbûn. Bi tesadufî hev dîtibûn û ji çeteyên DAIŞê xwe rizgar kiribûn. Min di çavê wê malbatê de êşa kişandî dît. Deh pirtûk jî têra nîvîsa rondikeke çavên wan nakin.”

Ciwan Zeki Silo gotionên xwe wiha bi dawî kirin: “Bi nivîsa pirtûka xwe, min xwest dîrokê belge bikim. Çimkî ev bûyereke reş ya dîroka Kurdan e û min xwest vê komkûjiyê û berxwedana li hemberî wê, bi pênûsa xwe bêxim nava rûpelên dîrokê.”