Rojnameya Ronahî

Min bi çavên xwe dît!

Sîpan Şînda

Weke niha li ber çavên min e, dema gelê me yê Şingalê di Tebaxa 2014 an de pêxas, birçî, têhn, rezîl û perîşan li tixûbê Bakûr dayî. Weke niha li ber çavên min e, ew bêzarî, bêçaretî û tirsa li ser rûyê jin, mêr û zarokên Şingalê. Weke niha li ber çavên min e, ew awirên wan zarokên Şingalê yên li ber tava Tebaxê şewitîn û giriyê wan di qirika wan de mayî. Weke niha li ber çavên min e, ew keserên kûr yên ji binê lingên dê û bavên nikarîn termê zarokên ne baliqbûyî veşêrin û cendekê wan li ber tava Tebaxê hêlayîn û kurma dayiyê. Weke niha li ber guhê min e, dema wan keç û xortên ciwan yên şeperze, bi tirs digot ‘ez ji têhna mirim, ka firek av bidin min.’ Giriyê gurên li  serê çol û çiyayên Kurdistanê li halê wan dihat. Niha ji li ber guhên min e, ew bavê ku digot, “min kurê xwe yê sêsalî, navê wî Xwedêda, di nava çar beran de veşart, jiber ku ew ji têhna ziwa bû û mir.” Û keserên wî û rondikên ziwa yên ji çavên wî dihatin xwarê.Belê, Şingala birîndar, xwîn ji rayên te diherikî, diherikî, dibû co, cobar û çem. Şingala birînxedar, xwîna ji wan birînên te yên nekewandî diherikî dibû sikir, dipengiya û li deşta Şingalê dibû gol û rêlistanên “biheştê” pê av didan. Bixon li ber qirika berxên salê diket û vîzikên xwînê yên ji rayên histoyê wan diçûn, dibûn tirêjên tavê û dinya ronî dikir.

Na, kela dilê wan nedişkest, ji kuştinê, ji se jêkirinê, ji şewitandinê têr nedibûn zebaniyên Ereb, Tirk û Fars. Ji rahêlana keçên nekamil şehweta wan nedişkest, ji dizî û talankirina malê Kurdan têr nedibûn “sofiyên” rihreş û devilxwîn. Hovên Asya Navî û Çola Erebistanê gihabûn hev û digotin, “lê bidin, ev Kurd in, qetlê wan helal e, malê wan helal e, jinên wan helal in.”

Erê Şingala 74 birîn li nava dilê wê de vebûyîn û yek jê nehatî dermankirin. Hê ji xwîna di serê tîr û xencerên di nava dilê te de hatîn çikilandin ter e, hişk nebûye, na hişk nabe, wê hişk nebe, wê nehêlin hişk bibe! Ne germa Temûz û Tebaxê dikare wê hişk bike ne jî sira Çile û Kanûnê dikare wê biqerisîne.

Erê hê ji li ber guhê min e dengê wê keça ciwan ya digot, “Min û bavê xwe yê heftêsalî du rojan di mal de şer kir, paşê bavê min dît ku çare nîne û ji min re got, ‘keça min ezê şer bikim û tu here xwe xelas bike, nekeve destê van hovan’ û min bavê xwe hêla di mal de û ez revîm.” Erê ew hov bûn, xwînmij û dijminê mirovayiyê bûn; lê ji berî her tiştî ew neyarê Kurdan bûn.

Û dîsa weke niha li ber çavên min e, dema Kurdên Misilman bi hawara birayên xwe yên Êzîdî ve dibezîn û digotin ‘em hemû Kurd in, em birayên yek in, çi Misilman çi Êzîdî.’ Ji bîr nekin, ev ne çîrok e, min bi çavên xwe dît!

Şingal, birîna Kurdan û ya mirovayiyê ya nekewandî ye!