Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hebûna PKK`ê hebûna gelê Kurd e

04/08/2021
in Uncategorized
A A
Hebûna PKK`ê hebûna gelê Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan-Qamişlo

Li dijî êriş û dagîrkeriya dewleta tirkî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medya û kiryarên PDK’ê yên bi dagîrkeran re, gelê Kurd bi çalakiyan nerazîbûna xwe nîşan dide û banga avakirina yekîtiya neteweyî dike.

Li Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medya ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, gerîla bi têkoşîneke bêhempa li ber xwe didin. Ji 23`yê Nîsanê ve ev êriş dewam dikin. Ji dema destpêkirina van êrişan ve PDK’ê bi helwest û kiryarên xwe li cem dewleta tirkî ya dagîrker cih girtiye û li hemberî gerîlayên azadiyê bi artêşa Tirkiyê re ketiye nava tevgerê. Her çiqas rayedarên PKK û HPG’ê ji bo ku di nava Kurdan de şer dernekeve PDK şiyar kiribin jî, van demên dawî PDK’ê hêza xwe li pêşiya artêşa tirkî bir ser cihên gerîla û êrişî hêzên gerîla kir. Li gorî agahiyên hatîn girtin, di van êrişan de 2 gerîla şehîd bûna û çarenûsa 3 gerîlayan jî ne diyar e. Li ser mijarê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Hêvî Seyîd got, planên dewleta tirkî ya dagîrker qirkirina gelê Kurd e, divê xelkê me vê baş bizanin, xwe bi rêxistin bikin û biparêzin.

`Dijminê bava nabe dostê lawa`

Hêvî Seyîd di dewama axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya PDK’ê ya Tirkiyê û got, divê hikûmeta başûrê Kurdistanê baş bizane ku dewleta tirkî gelê Kurd tev kiriye hedefa xwe, ne PKK tenê. Herwiha divê bizane ku dewleta tirkî li ser hesabê gelê wê, berjewendiyê xwe dide meşandin. Divê hikûmeta başûrê Kurdistanê li dîrokê vegere. Gotina pêşiyan e: `Dijminê bava nabe dostê lawa.` Ango, dewleta tirkî dijmina gelê Kurd e. Banga me ew e ku, xelkê me yên başûrê Kurdistanê li dijî dagîrkirina Tirkiyê bêdeng nemînin.

Hêvî Seyîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta mirinê emê piştgiriya gerîlayên xwe bikin, lewra yên Kurd ji qirkirinê xilas bike ew in. Ev rastiyek e. Lê mixabin heta niha hinek xelkê me negihiştine wê rastiyê, ku PKK tine bibe, wê gelê Kurd tev tine bibe.”

‘Li berxwedana gerîlayên azadiyê xwedî derkevin’

Li ser heman mijarê endama Saziya Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Suheyla Osman jî diyar kir ku, ti carî ji ser şopa şehîdên azadiyê venagerin û wiha dewam kir: “Xwedîderketina li gerîla xwederketina li Kurdistanê ye. Bila ti kes xwe nexapîne û nebêje gerîla (PKK) ji bo berjewendiyên xwe kar û xebatê dike. Cîhan tev gihiştiye wê baweriyê ku armanca PKK`ê rizgarkirina gelê bindest e, bi taybetî gelê Kurd. Berxwedan û têkoşîna gerîla ya li Herêmên Parastina Medya, vê rastiyê nîşan dide.”

Suheyla Osman axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdên azadiyê, em malbatên şehîdan heta dawiyê emê li ser şopa şehîdên xwe bin. Divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bi ruhê berxwedana gerîla û şehîdên azadiya çalakiyan li dar bixe. Çawa dijminê hov, ji bo qirkirina me bi şev û roj dixebite, divê em jî li hemberî planên wan bi şev û roj li ser piyan bin û bixwebitin. Heta xaka me di destê dagîrkeran de be, divê xew bi çavê me nekeve.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.