Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Şehîd Herekol bi hêviyeke mezin vebû

Hediya HISÊN-Qamişlo

Bi durişma “Pirtûk Rehjena Jiyanê Ye”, 29ê Tîrmeha 2021ê bi pêşengiya Desteya Çand û Huner ya bakur û rojhilatê Sûrî li Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo Pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan ya pêcan hat vekirin.

Ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi sedan rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, endamên saziyên civaka sivîl û bi sedan heskiriyên çand û nivîsê tevlî vekirina pêşangehê bûn.

Bi dehan weşanxane bi 130 hezar pirtûkan tevlî pêşangehê bûn. Herwiha ji bakur û rojhilatê Sûrî, Tûnis, Iraq, Îtalya û bakurê Kurdistanê nivîskar bi pirtûkên xwe tevlî pêşangehê bûn. Di berdewamiya pêşangehê de wê her roj saet 12 û 18an semîner werin dayîn. Mjarên semîneran jî pirrengî ne. Herwiha 3 diyalogên li ser huner, şêwekarî û pirtûkan hene. Pirtûk bi zimanê kurdî, erebî, suryanî, tirkî, ingilîzî û fransî ne. Piraniya pirtûkan çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî ne. Pêşangeha wêneyan jî heye. 44 sazî û weşanxane tevlî pêşangehê bûn.

Derbarê mijarê de nivîskar Merwan Berekat diyar kir ku bi 8 pirtûkan tevlî pêşangehê bûye û wiha axivî: “Ev sala 3yan e tevlî pêşangeha Ş. Herekol dibim. Îsal bi 8 pirtûkan tevlî bûme. Pirtûkên min helbest û roman in û bi zimanê kurdî ne. Pirtûkek ji wan jî min tê de gurzek ji stiranên folklorî dane hev û nivîsandine.”

Berekat got, ez bi tevlîbûna pêşangehê keyfxweş im lê xwezî her 6 heyvan carekê pêşangeke wiha hebûya û hêvî dikim ku pêşangeh were li Efrînê be

Nivîskar Gîvara Xişo jî ku bi 3ê pirtûkan tevlî pêşangehê bûye, da xuyakirin ku sala çaran ne tevlî pêşangehê dibe û pirtûkên wî li ser jiyana şehîdan in.

Gîvara da zanîn ku piraniya pirtûkên wî li ser şoreşa Rojava ne û armanca wî nifşên nû û nivîsa dîrokê ye.

Gîvara kêfxweşiya xwe anî ziman û da zanîn ku pêşangehên wiha çanda mirovan pêş dixin û zana  dikin.

Pêşangeh wê heta 5ê Tebaxê dewam bike. Her roj ji saet ji 10ê sibehan heta 10ê êvaran vekirî ye.