Rojnameya Ronahî

Reqs herî zêde li gerîla tê

Li gorî nûçeya ANFê´ya Fereşîn Demhat çêkirî, gerîlaya YJA Starê Sara Cûdî ya ji Êlihê, di 12 saliya xwe de dest bi baleyê kiriye û li çiyayên Kurdistanê jî dev ji reqs û baleyê bernedaye. Sara Cûdî dema ku xwendekar bû, piştî xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan ya bi navê ´Divê Mirov Çawa Bijî?´ li riyekê digere. PKK´ê nas dike û tevlî nava refên gerîla dibe. Lê tiştekî wê heye naguhere: “Li çiyayên Kurdistanê jî bi dengê xwezayê re, bê mûzîk min karî bireqisim. Her ku bi xwezayê re bûm yek, hestên min kûrtir bûn.”

OZGÛR POLÎTÎKA