Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Lozana îro NATO

25/07/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê Îdlibê
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Di 27ê Sibata 1923’yan de, di civîna girtî ya meclisê de gava Ismet Paşa biryara Peymana Lozanê ya ku Mûsil ji Ingilîzan re dihişt xwend, di serî de Yusuf Ziya mebûsên Kurd li dijî biryarê derketin û gotin, divê Kurd ji îro pê ve qedera xwe bi destê xwe destnîşan bikin.

Piştî vê bûyerê helwesta xwe wiha dianîn ziman: “Ingilîzan pêşniyariyek ji Tirkan re anî. Bi şertê ku eger Tirk li Kurdistanê otonomiyê îlan bikin, ewê jî, ji Mûsilê derkevin. Lê Tirkan ji bo otonomiyê nedin Kurdan, Mûsil dan Ingilîzan. Heta niha em difikîrîn ku Kurd û Tirk wê pirsa kurdî bi hev re di şerê li dijî dewletên emperyalîst de çareser bikin. Lê niha, jî gava ku hikûmeta Tirkiyê razî bû Mûsilê bide Ingilîzan, hemû heviyên me têk çûn.”

Piştî ku ev hêvî têk çûn heta roja me Kurd li dû hêviyeke wisa neketin. Kurdan Tirk baş nas kiribûn. Ji bilî berxwedan û serhildanan li pêşiya wan ti rê nemabûn.

Hêviyên xwe ji hêzên derve jî qût kirin. Ew jî li gorî berjewendiyên xwe tev digeriyan. Dema ku Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî vê biryara Lozanê derket di destpêkê de balafirên Ingilizan dest bi bombebarana Kurdistanê kirin. Ev bombebaran ti carî ranewestiya.

Piştî Şêx Mehmûdê Berzencî di sala 1925’an de, li ser dika dîrokê Şêx Seîd hebû. Wî jî li dijî vê peymanê, ji bo doza Kurdistanê şer kiribû. Ingilizên ku li dijî Şêx Mehmûdê Berzencî şer kiribûn, vê carê jî li dijî Şêx Seîd li kêleka dewleta tirkî cih girtin û serhildana Kurdan bi ser neket.

Di wan salên berê de, me hîle û lîstkên wan bi tenê di peymanan de didîtin, lê îro her tişt veşartî tê kirin. Di pişt perdeyan de ji bo dagîrkeriya dewleta tirkî ya li Kurdistanê dewam bike, em nizanin ka çi bertîl tên dayîn û girtin.

Îro Şerê Cîhanê yê Sisiyan, dîsa li heman herêmê, li ser xaka Kurdistanê dewam dike. Îro dîsa dewleta tirkî li vê herêmê li dû dagîrkeriya axa Kurdistanê ye.

Îro di dewsa xêzkirina sînoran de vê carê xetên neftê û dewlemendiyên herêmê tên xêzkirin. Dîsa li Kurdistanê ne. Vê carê li kêleka wan Emerîk ku di Şerê Cîhanê yê Yekê de tinebû jî heye.

Di van salên dawî de, dewleta Rûsya jî hat tevlî van têkiliyên gemar bû. Rûsan nobeta dijminatiya Kurdan ya sala 1923’yan îro ji Ingilizan girtine. Niha wan li Sûriyê ji bo ku Kurd nebin xwediyên statûyekê çi ji dest wan tê dikin.

Dijminaatiya dewleta tirkî dewam dikir. Ji rayedarên Rojava Hesen Koçer herî dawî ragihand ku Erdogan nehiştiye DAIŞ bi rejima Esad re şer bike. Berê DAIŞ’ê dan Kurdan. Jixwe emîrê DAIŞ’ê jî ev yek gotibû. Digot, eger bi vê qewetê me şer kiribûya emê çûbûna Şamê. Lê Erdogan berê wan da Kurdan. Lê şervanên Kurdan jî bi lehengiyeke mezin berê wan çeteyan dan goristanê.

Ji bo dewleta tirkî Lozana nû NATO ye. Hemû hêviyên xwe bi vê saziya ve girê dane. Di zirweya sala 2021’ê de di hemû hevdîtinên xwe de ji bo siyaseta xwe ya tinekirina Kurdan piştgirî dixwest. Ev piştgirî, ji hin dewletên NATO’yê yên weke Almanya girt. Dema ji zirweyê vegeriyan, dozaja êrişên dagîrkeriyê  zêdetir kirin.

Îro wê dîrok xwe dubare neke. Kurdên di pêvajoya Lozanê de hêviyên wan winda bûyîn, îro di binê pêşengiya Abdullah Ocalan de derbasî qonaxeke nû bûne. Serhildana dest pê kirî hêviyên mezin dane Kurdan

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû
NÛÇE

Planên Enqerê li Bendava Şehîdan têk çû

10/05/2025
Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê
CIVAK Û JIYAN

Tebqa; piştî 8 salan ji rizgarkirinê

10/05/2025
Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.