Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera 9’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê

25/07/2021
in ROJEV
A A
Salvegera 9’an ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê
Share on FacebookShare on Twitter
Ebûdê Mexso
Şoreşa Rojava di 19’ ê Tîrmeha sala 2012 an de, bi hêz û coş tîrêjên ronahiyê li ezmanê Kobanê ya berxwedêr belav kirin. Kîn û hesreta salan bûne volkaneke ji pêt û agir. Li ser meqamê mûm û çirayan ronî didan û ber bi daxweziya azadiyê ve diherikîn. Mîna bêhna gulavan difûriya û rojên reş û tarî hilweşandin.
Bi bîr û bawerî bû koka resen ya miletperwerî û tîrêja hêviyê di sedsaliya 21ê de deriyên hesin û zingarî şkandin. Bi hêz û saya berxwedana zindana di sala 1982yan de û pêngava 15ê tebaxê di sala 1984 an de ji bo nirxên mirovayiyê bûye çiraya hêviyên paşrojê. Rê û rêbaz, dergehên azadî û demokrasiyê û projeya biratiya gelan xemiland. Mîna bajarê Stalîngirada duduyan hat binavkirin û deng veda.
Ev şoreş bi wateya xwe ya rastî bû xwîna rehên tevayiya kesayet û saziyên civaka demokratîk û di binê sîwaneke zelal û aştiyane de kom kirin. Jinê bandoreke mezin bi têkoşîneke bêhempa û bi giyanê şoreşgerî, bi rêvebirî û cangorî xwe kir stûneke dîrokî. Ji bo tevayiya jinên cîhanê bûye nimûneyeke berbiçav. Ji ber wê ev şoreş bi navê şoreşa jinê hat mohrkirin. Heta ku projeya neteweya demokratîk pêk were, ji destpêkê ve bi rê û rêbazên biratiya gelan li bakur rojhilatê sûriyê hat ragihandin. Bi tevayiya pêkhateyên xwe yên Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen û…hwd, bû şoreşa neteweya demokratîk û qelenekî pir giran hat dayîn. Çima em dibêjin şoreşa jinê? Lewra cara yekê di dîrokê de jin pêşengiya şoreşê dike. Belê, jin bû kok û bingehê azadiyê û li dijî nêremejîyû ku ji hezarê salan ve desthilatdarî dikir. Herwiha ji bo azadî û wekhevîyê dengê xwe gihand tevayiya jinên cîhanê. Bêguman cihê şanazî û serbilindiyê ye. Lewra cara yekê ye li Rojhilata Navî û cihanê jin barekî wiha dide ser milê xwe. Ji ber wê xwedîderketina li vê xebata nirxdar ji tevayiya azadîxwaz û mirovperweran re erkekî pîroz e.
Dema navê Kobaniyê tê bîra mirovan helbet berxwedana dîrokî ya leheng û qehremanên demê dibe tabloyeke berxwedanê li ber çav, dil û mejî.
Yek ji encamên vê şoreşê ragihandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk bû. Ku tevayiya pêkhateyan bi awayekî rêxistinkirî bi rê ve dibe. Lê dijmin û çeteyên wan, li hemberî şoreş û Rêvebiriya Xweser bi dijwarî şer kirin û bi tevayiya hovîtiya xwe êrîşî Kobanê kirin. Lê hêzên rûmetê (YPG-YPJ) bi vîn û baweriya xwe bersiveke dîrokî dan. Ne Kobanê tenê cîhan tev ji DAIŞa terorîst rizgar kirin. Mixabin hê jî pir dewletên ku behsa demokrasiyê û mafê mirovan dikin bêdeng in.
Di van mercan de pir kar û xebateke nirxdar û hatin kirin. Ev rêveberî bi saya şoreşa rojavayê Kurdistanê hat ragihandin û bû sîwaneke civakî. Herwiha di qada aborî, diplomasî, rêxistin, perwerde, leşkerî, olî, dadî…hwd. de bandoreke mezin kir.
Belê ev rêveberî bû jiyana giyan û dilê civakê. Mîna romaneke peyvzêrîn û her kesê azadîhez û mirovperwer bi coş, mereq û serbilindî dixwîne.
Ev şoreşê ket sala 9an û rojbiroj pêş ve diçe. Profesorê mezin Noam Çomskî got, ev şoreş perco ye–mûcîze ye. Ev jî bi saya şervanên rûmeta demê pêk hat ku jin di vê şoreşê de bû parêzvan û pêşeng. Ji ber wê parastina vê şoreşê erkeke mezin û lezgîne. Heta rûpelên dîroka mezin jî erkê xwe pêk bîne, divê tevayiya saziyên civaka sivîl û mirovayiyê vê şoreşê biparêzin. Di heman demê de divê her qad û kolanên jiyanê bibin xwediyên vê şoreşê. Li gorî parastina vê şoreşê xwe bi rêxistin bikin û tev bigerin.
Hingê wê dijmin têk biçe. Li ser vî bingehî wê bibe koka çareseriyê ji bo sûriyeke demokratîk û wê rengê hişmendiya seranserê Rojhilata Navî were guhertin. Bi giyanê şoreşa 19’ê Tîrmehê wê xelkên me Kurd, Ereb, Suryan…hwd. dagîrkeriyê têk bibin û serkeftinên dîrokî misoger bikin. Bîranîna şoreşa 19’ê Tîrmehê tê wateya bîranîna parastina nirxên mirovayiyê.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.