Li deriyê sînor yê Sêmalka yê di navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê de ku ji 2013’an û vir ve tim pirsgirek lê hene, vê carê jî bi tifaqa MÎT-PDK’ê hin planên din tên bicihanîn.
Li deriyê sînor yê Sêmalka yê di navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê de ji 2013’an û vir ve tim pirsgirek hene. Li deriyê sînor ku tim tê girtin vê carê jî rêveberiya PDK’ê hin gavên din bi cih tîne.
Ev gav tifaqa PDK-dewleta tirkî destnîşan dike, ku ev gav piştî gefên dewleta tirkî yên li ser herêmê hatine avêtin.
Deriyê Sêmalka ku ji bo bakur-rojhilatê Sûriyê yek ji deriyên girîng e, li sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê ye. Ev derî ku herwiha deriyê bazirganiyê ye jî, derman, pêdiviyên bijîşkiyê, xwerek jî jê derbas dibe.
Herwiha ji bo tedawiya nexweşên ji Rojava jî deriyê Sêmalka deriyê derbasbûnê ye. Ji ber vê jî pir girîng e. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de yên ku birîndar dibin ji bo tedawî bibin diçin başûrê Kurdistanê.
Mirovên ku dixwazin ji Rojava derbasî Başûr bibin çi tê serê wan? Mirovên ku xebatên wan yên Deriyê Sînor yê Sêmalka qediyan, belgeyên wan pêşî dişînin rêveberiya Pêşxabûrê û tê payîn ku bersiv were dayîn. Piştî ku bersiv tê, tê xwestin ku biçin aliyê din yê sînor ango ji bo ku biçin Pêşxabûr diçin cem rayedaran û forman dadigirin.
Piştî form tên teslîmkirin kesên têkildar, pirsên ne di formê de dipirsin. Pişt re yek diçe odeyê. Li wir du kes bi dehan pirsan dipirsin. Dema ku bersiv neyê dayin jî yan heqerat li wan tê kirin û gef li wan tê xwarin ku careke din nikarin ji sînor derbas bibin. Tê texmînkirin ya ku rapirsînê dike Istîxbarat Tirkî (MÎT) e.
Herwiha bi kêfî bi saetan tên sekinandin. Ji hin mirovan re tê gotin forma ku hatiye dagirtin wê çend rojan were kontrolkirin û tê xwestin mirov vegerin û pişt re werin.
Di formê de pirsên pir cuda hene. Navê bavê kalikê dê, navê kalikê hevserê mirov, navê eşîrê, koka etnîk adresa wan ya berê. Pirsên wiha weke xaçepirsê ji mirovan tên kirin.
Welatî dibêjin ji van nêzîkatiyan pir tengezar dibin lê ji bo ku mecbûr in derbas dibin û wiha dibêjin: ”Em jî Kurd in. Xwedêgiravî ew jî Kurd in. Çi tînin serê me, hişê me nagire. Çima wiha li me dikin. Bes e êdî. Tiştên ku li ti deverên cîhanê nabin tên serê me. Li welatên din vîzeyê jî naxwazin lê dema ku ji parçeyekî welatê xwe diçin parçeyê din çi tê serê me.”
Ciwan û jinên ku ji sînor derbas dibin ji nêzîkatiya rêveberiya PDK’ê pir aciz in. Ciwanekî ji Rojava ku ji Pêşxabûrê xwestiye derbasî Sêmalkê bibe, dibêjin, ji bo ku gotiye, ‘heval’, lê dane.
Yên ku ev nêzîkatiyên deryasayî yên PDK’ê dibînin van gavên PDK’ê şermezar dikin û dixwazin ev pirsgirêk demildest bên çareserkirin.
Asteng dikin ku şervanên QSD, YPG, YPJ yên di şerê dijî DAÎŞ’ê de birîndar bûyîn biçin Başûr û tedawî bibin. Asayişa PDK’ê, kesên ku dixwazin derbas bibin asteng dike. Li başûrê Kurdistanê kesên ku alîkarî didin birîndaran jî, PDK gefê li wan dixwe.
Ji ber ku Deriyê Sînor yê Til Koçer girtî ye ambargo li ser bakur-rojhilatê Sûriyê heye û heke Deriyê Sînor yê Sêmalka jî were girtin wê zor û zehmetiyên mezintir derkevin pêşiya welatiyan. Rêveberiya Rojava piştî van nêzîkatiyan Hezîrana borî biryar li ser da ku derî bigire. Lê yên ku nedîtin ku rêveberiya Rojava vê qebûl nake û ji ber vê derî girtî ye bi gotina ,’Dixwzin deriyê Rojava bigirin’ xwestin meselê bikin bara rêveberiya Rojava. Rayedarên Rojava jî dibêjin, em dixwazin gelê me bê ku rûmeta wan were şkandin bikare biçe û were.”
Rêveberiya Sêmalka sedema girtina deriyê sînor wiha vegotibû:
1-Rêwî mecbûr tên hiştin ku forma bi agahiyên istixbarî dagirin. Mirovên nû zewicîn, nexweş û jin 48 saetan li hêviya pejirandina başûrê Kurdistanê dimînin. Gelek rêwî mecbûr in ku bi lezgînî derbas bibin. Mînak nexweşên pençeşêrê li Başûr tedawiya wan nayê kirin. Herwiha kesên ku wê bizewicin ji ber ku wê serî li sefaretxaneyan bidin divê derbas bibin. Herwiha kesên ku wê ji Kobanê û Şehbayê bên sînor û derbas bibin heta ku karê wan were qedandin divê li Qamişlo bisekinin.
2-Rêwî bi saetan li deriyê sînor tên sekinandin. Lêpirsîna wan tê kirin.
3-Birîndarên ku ji bo tedawî bibin diçin Başûr nêzîkatiya dermirovî li wan tê kirin. Di pêvajoyên lêpirsîna istixbarî de derbas dibin.
4-Kesên ku derheqê xwe de formê li deriyê sînor yê Pêşxabûr danaynin nahêlin ku kes bi rengekî lezgînî derbas bibe.
ANHA