Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê kir ku zimanekî aqilane bi kar bîne û dev ji zimanê xiyanet û sûcdarkirinê berde.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da raya giştî. Daîreyê di daxuyaniyê de, bersiva idîayên hikumeta Şamê da û bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê ya têkildarî aloziya Sûriyê û got, xwendina ne rast ji rewşa heyî re, aloziyê kûrtir dike.”
Daîreyê di destpêka daxuyaniyê de got, weke her car, rejîma Sûriyê bi riya wezareta derve derdikeve holê û bi zimanekî dûrî mentiq û rastiya heyî diaxive. Ew jî zimanê dûrî rewşa heyî û hedefkirina Rêveberiya Xweser e.”
Daîreyê wiha dewam kir: “Axaftina wezareta derve ya rejimê li ser projeya Rêveberiya Xweser ku dibêje wê Sûriyê lawaz bike, careke din hişmendiya rejîmê nîşan dide. Herwiha xwendina ne rast ya rewşa giştî ya Sûriyê û girêdana xwe bi zihniyeta inkarkirin û paşguhkirinê û israra li ser projeya xwe ya navendî ku welat gihand asta tehlûkê, diyar dike.”
Daîreyê da zanîn ku Rêveberiya Xweser projeyeke niştimanî-sûrî ye. Wek Rêveberiya Xweser em diyar dikin ku emê projeya xwe ya niştimanî ya sûrî bidomînin.
Daîreyê bang li hikumeta Şamê kir û got, em bang li rejîma Sûriyê dikin ku berjewendiyên niştimanî yê Sûriyê li ber çavan bigire û Rêveberiya Xweser reş neke.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser careke din bang li hikumeta Şamê kir ku zimanê mentiq bi kar bîne. Herwiha beşdarî diyaloga cidî bibe û xwe ji zimanê xiyanet û tewanên ne rast, xelas bike.
ANHA