Rojnameya Ronahî

Koçberên li Şehba di berxwedanê de biisrar in

Koçberên Efrînî yên li kantona Şehba gotin, UNICEF bi kêmkirina miqdara ava vexwarinê ji mirovayiya xwe derketiye û xizmeta ajandeyên hêzên herêmî dike.

Li kêleka topbarana rojane ya dewleta tirkî ya dagîrker û dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve li dijî Şehba û qedexekirina derbaskirina pêdiviyên xwarinê, tenduristiyê û sotemeniyê ya kantona Şehba, rêxistina UNICEF ji 11`ê Tîrmehê ve miqdara ava vexwarinê ya koçberên Efrînê yên li Şehba kêm kiriye.

UNICEF`ê di dirêjayiya 3 sal û nîvê de, rojane nêzî 2 hezar û 400 mitrekab av dida koçberên Efrînê, lêbelê ew miqdar daxist nêzî hezar mitrekab av. Bi wê yekê ava vexwarinê ji ser nêzî 80 hezar mirovên ku bi dehan gund û 3 navçeyên mezin ên Şehbayê dijîn, qut kir.

Biryara kêmkirina avê ji ser koçberên li Şehbayê piştî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY pêk hat, ku dema girtina dergehê Til Koçer li pêşiya alîkariyên mirovî dirêj kir û dergehê Bab El-Hewa yê di binê dewthilatiya komên çeteyên girêdayî dewleta tirkî de yê li parêzgeha Idlibê vekirî hişt.

Koçberên Efrînî dibêjin, rêxistinên mirovî ji mirovayiya xwe derketine û xizmeta ajandeyên hêzên navneteweyî dikin.

Efrîniyên li Şehbayê dimînin herwiha diyar dikin ku rêxistina UNICEF ji beriya zêdetirî 2 hefteyan ve bi behaneya ku rêxistinên navneteweyî alîkariyên ji bo koçberên li Şehbayê kêm kirine, depoyên avê tijî nekirine.

‘piştgiriyê didin çeteyan û bi sedhezaran koçberan ji bîr dikin’

Welatiyê bi navê Ebdo Qere Mihemed têkildarî mijarê ji ajansa nûçeyan Hawar re wiha got: “Hin rêxistinên mirovî di binê navên mirovî de kar dikin, lê bi nêzîkatiyên xwe yên li dijî koçberên li Şehbayê dûrî karên mirovî ne.”

Mihemed ji ber dualîtiya pîvanên navneteweyî mixabiniya xwe anî ziman û ev pirs kir: “Gelo çima civaka navneteweyî piştgiriyê dide komên çeteyan yên li Idlibê û bi sedhezaran koçberên ji ber êrişên dewleta tirkî û çeteyên wê yên ser Efrînê ji malên xwe dekretin, ji bîr dike?”

Qere Mihemed behsa siyaseta hikumeta Şamê ya li dijî koçberan jî kir û wiha dewam kir: “Li şûna ku hikumeta Şamê alîkariyê bide welatiyên li Şehba, hewl dide wan qir bike û nahêle ku ava vexwarinê, derman, sotemenî û şîrê zarokan derbasî herêmê bibin.”

‘UNİCEF li dijî mirovayiyê şaştiyan dike’

Têkildarî heman mijarê hiqûqzan Cibraîl Mistefa jî qutkirina ava vexwarinê li ser koçberên ku bi darê zorê ji malên wan hatine derxistin, wek sûcekî li dijî mirovayiyê bi nav kir. Mistefa di axaftina xwe de bal kişand ser êşa bi sedhezaran koçberan û şêniyên resen yên herêmê û welatiyên li kampan.

Mistefa diyar kir ku UNICEF li dijî mirovayiyê şaştiyan dike û got, parastina zarokan ji armancên sereke yên UNICEF`ê ye, lê belê bi hezaran zarokên koçber li Şehba di mercên giran de ne.

Hiqûqzan Cibraîl Mistefa bi domdarî wiha got: “Em baş dizanin dema rêxistinên mirovî piştgiriyê didin welatiyên li herêmên şer yên li welatên cîhanê, berê xwe didin hikumeta navendî ya wî welatî. Lêbelê dema hikumeta navendî koçberan wek welatî nehesibîne, ew rêxistin tên polîtîzekirin û li gorî sîstemên navneteweyî kar dikin. Mînaka wê hikumeta Sûriyê û rêxistinên di binê fermana wê de kar dikin in.”

Ji bo çareserkirina vê mijarê, Cibraîl Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî kir ku hevkariyê bikin û eşkere bikin ku pirsgirêka sereke ew e ku hikumeta navendî hewl dide tevayiya derfetan ji bo tinekirina gelê Şehba bi kar bîne.

Mistefa xaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger UNICEF û rêxistinên din bi riya hikumeta Sûriyê alîkarîdayîna koçberan bi berdewam bikin, wê rewşa me di rojên pêş de xerabtir bibe.”

‘Av li ser zêetirî 80 hezar welatiyan hatiye qutkirin’

Cîgirê hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo jî da zanîn ku UNICEF jî di navê de rêxistinên navneteweyî, ji mafên koçberên li Şehba berpirsiyar in.

Ebdo wiha got: “Mixabin di rojên dawî de rêxistina UNICEF biryareke siyasî ya kêmkirina miqdara ava vexwarinê li kantona Şehbayê girt. Bi wê yekê ava ji ser zêdetirî 80 hezar welatî û koçberên li Şehbayê yên di mercên zehmet de ne, qut kir.”

Ebdo bal kişand ser şert û mercên dijwar ên koçberên Efrînê li kampan û malên nîvroxandî derbas dikin û got, pileya germê zêde dibe, rewşên nexweşiyê yên ji ber germê û vexwarina ava nepaqij jî zêde dibin.”

Ebdo behsa hewldanên têkbirina berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê di mercên giran de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojane artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê herêmê topbaran dikin. Hikumeta Şamê jî herêm dorpêç kiriye. UNICEF jî di navê de rêxistinên di binê navên mirovî de kar dikin bi wan aliyan re hevkariyê dikin.”

ANHA

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle