Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi keda destê kedkaran cîhan hatiye avakirin’

01/05/2024
in Uncategorized
A A
‘Bi keda destê kedkaran cîhan hatiye avakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Cîhan bi keda kedkaran hatiye avkirin, di riya Yekîtiya Kedkaran mafên kedkaran têne parastin û derfetên kar di van şert û mercên zehmet de ku herêm tê re derbas dibe tê peyda kirin.

Kedkar ew avakerên civak û jiyanê ne, bi keda wan civak ser piyan maye û ji berhemên destê wan jiyan zindîye. Roja 1’ê Gulanê Cejna Kedkaran a Cîhanî ye û li tevahî welatên cîhanê bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran ê bajarê Qamişlo haşim Hesarî ji rojnameya me re axivî.

Hevsrokê Yekîtiya Kedkaran ê bajarê Qamişlo Haşim Hesarî derbarê roja Kedkaran de wiha got: “Em vê roja pîroz Cejna Kedkaran a Cîhanî li tevahî kedkarên cîhanê pîroz dikin, kedkar bingeha civakê ne û bi keda destê wan cîhan hatiye avakirin, em keda wan a bi nirx dibînin û em ê piştevaniya wan bikin û mafê wan misoger bikin”.

Haşim Hesarî di berdewamiya gotinên xwe de wiha da zanîn: “Em hewil didin rewşa kedkaran baş bikin û mafên wan misoger bikin. Her wiha em dixwazin ku di yekîtiyê de nasnameyekê ji bona endamtiya yekîtiyê ji kedkaran re derxînin, ev nasname mafê kedkaran diparêze û derfetê ji bona kedkaran dide ku cihekê lêvegerê hebe ji bona pirsgirêkên ku  derdikevin werin çareserkirin”.

Haşim Hesarî wiha pê de çû: “Armancê me yê bingehîn kar ji kedkaran re peyda bikin, çi karên rojane be an karên her tim be di sazî an rêxistinan de. Kedkarên rojane kar dikin û yên tevlî yekîtiyê nebûne rewşa wan a aborî giran e, gelek caran bê kar dimînin û hin ji wan ji hêla xwediyê kar ve mafê wan tê binpê kirin an jî destheqê wan kêm didin ev yek barê wan giran dike û li rex daketina leyreya Sûrî em bang li kedkaran dikin ku tevlî yekîtiyê bibin da ku em karibin mafên wan biparêzin”.

Haşim Hesarî diyar kir ku: “Komîteyeke me ya lihevanînê di Yekîtiya Kedkaran de heye çi pirsgirêkên ku li hember kedkaran derkeve ji hêla xwediyê kar ve weke (destheqên kedkaran bi temamî nadin) û hwd.. kedkar gazinên xwe li yekîtiyê dikin li vir em erkê xwe bi cih tînin û em bang li herdû aliyan dikin û li wan guhdar dikin û peyre jî pirsgirêkê lêkolîn dikin û li cihê kar û li gorî vê yekê em biryarê derdixin û hewil didin ku pirsgirêkê bi edaletî çareser dikin û mafê kedkaran mîsoger dikin. Pirsgirêkên tên çareser kirin di 10 rojan heyanî 20 rojan tên çaresrkirin.

Haşim Hesarî di gotina xwe de îşaret pê kir ku:”Em destheqê karkerên endamên Yekîtiya Kedkaran bi awayekî guncew kontrol dikin û saetên kar ji wan re diyar dikin”.

Haşim Hesarî got: “Divê kedkar xwedî li vê yekîtiyê derkevin û tevlî civînên yekîtiyê bibin ji ber ku di civînan de gelek biryar derdikevin derbarê kedkaran de û divê bên nasîn her wiha carnan guhertin jî çêdibin. Weke din jî di civînan de kedkar mafên xwe nas dikin û bi awayekî rêxistinî tev digerin.

Haşim Hesarî bal kişand ser rewşa kedkaran û bandora êirşên dagirkeriya tirk li ser kar û xebatên kedkaran, ji ber ku bi êrişên dagirkeriya tirk re derfetên kar û xebatên heyî kêm bûn. Yekîtiya kedkaran ji bona kedkaran gelek proje hazir kirine weke restorasyona dibistanan û paqijkirina baxçeyan. Her wiha gelek pieojwyên din jî hene û hîn li ser wan gotûbêj têne kirin û wê kedkar jî cihê xwe di nava van pirojeyan de bigrin.

Haşim Hesarî herî dawî di axaftinên xwe de got: “Ev nêzî salekê ye ku bi alîkariya Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a herêma Cizîrê di yekîtiya kedkaran de fona kooperatîfê hatiye avakirin û wê pêdiviyên kedkaran di demên zor û zehmet de dema ku pêwîstî hebe ji wî fonî were dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.