Rojnameya Ronahî

1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanî

Birûc Resûl/Qamişlo

1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkerên Cîhanê her sal li seranserê cîhanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Coş û kelecana vê cejnê ji dîroka wê tê. Karker û kedkarên ku di bin nîrê zilma pergala kapîtalist de dinaliyan ji bo jiyaneke xweş û heqdestên xwe bi dest bixin serî rakirin.

Ji bo rastiya 1’ê Gulanê were fêmkirin hewce ye mirov ji dîroka wê dest pê bike û heta roja me were. Çi jin, çi zarok, çi mêr hemû kedkar û karkerên ku çerxa jiyanê digerînên ji hêla pergala kapîtalist ve tên çewsandin. Her roj di nava şert û mercên giran de rojê 15-16 saetan di fabrîqeyan de dihatin xebitandin. Hem keda wan dihat binpêkirin û hem jî jiyan li wan dihat tevgavkirin. Pergala kapîtalist herî zêde neyariya jinan dike. Wekî tê zanîn jin karker û kedkarên herî kevnar in û yên herî zêde mafên wan tên binpêkirin in. Mafên jinan hîn jî ji hêla vê pergalê ve tune tê hesabandin.

Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin

Di sedsala 19`an de, li Ewropa û Emerîka, karker û kedkar di rewşekê pir zehmet de bûn. Ev zehmetî, belengazî û hejarbûna wan bû. Di karên paşketî de, li dijî tendurstiya mirovan, rojane 15_16 saet an dixebitîn. Di gel vê yekê de jî, heqdestê karkeran, carna têra xwarina wan jî nedikr. Di wê demê de, karker ji zanebûn û rêxistinê dûrbûn. Nizanibûn mafên xwe yên mirovahî biparêzin. Di sedsala 19`an de, bi pêşketina burjuwaziyê ku teknolojî bi pêşdike ve. Elektirîk tê keşifkirin. Ev pêşkeninên teknikî, berheman zêdedike. Êdî pêwistî bi hejmara karkeran ya zêde namîne. Di vê rewşê de, di navbera karkeran de, pêşbazî çêdibe. Betalî pir dibe û di warê aborî de, heqdesta karkeran kêmdibe. Karker li hemberî makînî û teknolojiyê dibin dijmin. Ev dijminahî bi awayekî zelal li Ingiltere bi çalakiyan destpêdike û li cîhanê belavdibe. Êdî karker çareseriyê di tunekirina teknolojiyê de dibînin. Lê belê, pêşketina karkeran li ser bingehên zanistî û felsefî destpêdike. Ev Pêşketin bi xwe re rêxistina dertîne holê û ji nava refên karkeran rêveberên tekoşînê derdikevin. Bi van rêvebiriyan re hêza wan birêxistin dibe.

Di sala 1884`an de, karkeran dîtin ku çeka wan ya herî mezin, rêxistinbûna wan e. yekîtiya karkerên navnetewî û federisyona karkeran ya Emerîka, ji desthilatdarên Burcuwazî daxwazkirin ku saetên kar yên rojane bibin 8 saet û ev yek pêwiste heya 2 salan pêk were.

Meydana Haymertê mîtngek hate lidarxistin

Piştî ev dema ku karkeran destnîşankiribûn bi dawî dibe, di 4`ê gulana 1886`an de li bajarê Emerîka Chicago, ji aliyê sendîkaya Karekeran ve li Meydana Haymertê mîtngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hemû rêxistinên karker û kedkar beşdarbûn. 80`ê hezar karker bi tevî malbatên xwe bi biryar û bi coşeke mezin mîtingên xwe bi dawî dikin. Lê belê di dawiya çalakiyan de, parazvanên netewî yên dewletê, gelên xwepêşandêr didin ber fîşekan. Di encamê de 6 kes jiyana xwe ji dest didin. Li dijî vê buyerê, roja din, mîting tên li darxistin. Di vê buyerê de jî, kesekî provakator, bombeyekê davêje, di encamê de polîsek birîndar dibe. Li dijî vê parazvanên dewletê her deverê bombebarandikin. Bi sedan karker têne binçavkirin. Weke berpirsiyarên vê çalakiyê 4 rêveberiyên karkeran têne girtin û bi destî heman hêzan têne dardekirin. Ev her Çar rêveber Albert Parsons, August Spies, George Engel û Adolph Fischer in. Beriya ku bêne dardekirin, Spiyas û Parsons wiha dibêjin; we dengê me îro fetisand, lê belê dengên hê mezin û bihêztir wê bilind bibin. Dengê gel wê xwe bide bihîstin. Ev gotin di dîrokê de hatin neqişkirin.

Karkerên cîhanê bibin yek

Sendîkaya Karkerên Emerîkan di Kongreya xwe ya 1888`an ya li Saint Louisê biryar girt; heta ku dema kar ya 8 saetan were qebûlkirin, ewê her sal di yekê gulanê de greva giştî pêkbînin. ‘Di sala 1889`an de, li Parisê civîna Enternasyonal ya duyemîn hate lidarxistin. Di vê civînê de jî, roja 1 Gulanê weke roja Karkerên cîhanê hate ragihandin. Ji wê rojê û pêve, Karekên cêhanê bi tekoşîn û çalakiyên xwe, hê bêtir di rûpelên dîrokê de cihdigrin. Slogana vê rojê ku her salê careke din tê dubarekirin ev e, Karkerên cîhnê bibin yek. Heta ku li ser dinyayê neheqî, bêdadî, zilm û zordarî hebe, berevajî aştiyeke adîlane û wekhevî neyê damezirandin, hemû netewe, hemû ol, hemû bawerî û hemû fikr û nêrîn li ser dinyayê nebin xwedî mafên xwe yên xwezahî, di asta rêveberên dewletan de negihîjin asta wekheviyê, ji hemûyan re sekn û nêzikahiyeke heman şêwe neyê danîn, ji bo hemû nebat, ajal û însanên ku li ser vê dunyayê bêhna xwe girtine pergaleke bêalî û ji hemû zindiyan re hişmendiyeke birûmet neyê nîşandan, divê pêyva tekoşîn`ê newe jibîrkirin.

Çalakiyên karker û kedkaran pêl bi pêl li seranserê cîhanê belav bûn. Her 1’ê gulanê karker daketin qadan û daxwazên xwe bi dengekî bilind qîriyan. 1’ê Gulanê di 1905’an de cara yekemîn karker li Îzmîrê daketin qadan û daxwazên xwe qêriyan. 5 sal şûnde vê karker li Stenbolê daketin qadan.  Pîrozbahiya herî girseyî di 1’ê Gulana 1977’an de li qada Taksîmê ya Stenbolê pêk hat.