No Result
View All Result
Zehra TUNÇ
Di nivîsa derbasbûyî de me hinekê qala yek ji stûnên bingehî yên bîrdoziya rizgariya jinên welatparêz kiribû. Em vê carê jî hinekê li ser rêgeza rêxistinbûnê bisekinin û ka girîngiya wê ji bo civakan çi ye bînin bîra xwe. Jinên li ser bingehê rêgeza yekê welatparêziyê xwe bi rêxistin kirîn her ku çu derdora xwe mezin û fereh kirine. Ew ji 14’ê Tîrmehê û sekna Sakîne Cansiz ya li hemberî celadên mirovayiyê ketin ser rê û bawer kirin ku rêxistibûn mirovan dibe serkeftinê. Ev bi awayekî şênber bi pêşengiya Sakîne Cansiz di nava tevgera jinên Kurd de tê dîtin.
Bandora Sakîne ya li ser jinan şibandine daristana Banyan e. Dema mirov li şopa wê ya ji Zindana Amedê heta cihê ew bixwe weke “çavkaniya jiyana xwe” pênase dike çiyayên Kurdistanê dinêre rastî jî wesfek li gorî wê ye û tam jî wê pênase dike. Ji ber weke wê dara pîroz her ku lingê xwe da ser axê û gavek avêt pê re jinên ji reng û rêgezên cuda bandor kir û li derdora xwe civand.
Ew tenê şitlek bû dema tevlî kongra despêkê ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bû. Weke ku artêşeke jinan li pey wê be wisa bi cesaret û jixwebawer di sekna wê ya bi heybet de diyar bû. Bi taybetî jî nava milê wê yên kêl ku ti carî tewiyayî xuya nekirî hêvî û cesaret dida jinan. Ew jinek pêşeng ya ku Rêber Apo ew weke “Rêbera jinên Kurd” pênase dike her dem wê sekin û heybeta xwe parast. Weke ku di wan kêliyên despêkê de paşroj xwendibe û dizanîbû wê artêşa jinan li pey wê ser tarîtiya DAIŞ’ê de bimeşin û li her derê meşeleyên hêviyê pê bixin.
Piştî salan li rojavayê welat bû hêviya şoreşê û jinên navê wê bihîstîn, pirtûkên wê xwendibûn û ji ezmûnên wê yên serkeftinê haydarbûn ew weke çiyayê Gilîdaxê dan pişt xwe û singa xwe dan şerê herî giran. Li hemberî tarîtiya çeteyên DAIŞ’ê serî rakirin û bi wî awayî pêşengiya şoreşê kirin. Ew şopdarên Sakîneyan in û her yek dibe şaxek ji daristana Banyan ya bi şitlekê dest pê kirî. Ji rêxistinbûna wê bawer kirin, her yekê xwe gihand komên jinan û di her qada jiyanê de li ser bingehê komînan xwe bi rêxistin kirine. Di deh salên şoreşê de bi gelek zehemtiyan re hatin rûyê hev û her carê şitla despêkê ya li Zindana Amedê tarîtiya ji zilma zordaran hewl dida xwe li rayê civakê bialîne qetand û bû hêviya jinên bênefes mabûn tînin bîra xwe û hê zêdetir bi hêz ser bêçaretî û bêderfetiyan de diçin.
Çawa wê jinên di girtîgehê de bi rêxistin kirin û li hemberî faşîzmê kirin xwedîvîn, jinên pêşengiya şoreşê dikin jî xwe digihînin hemû hucreyên ji ber zordariya deshilata heyî û zilma çeteyên DAIŞ’ê di binê çarşefên reş de bêçare mane û wan azad dikin. Kêliyên şewitandina çarşevên reş û di binê wan de derketina cilên rengûreng di bîra her kesê de cihê xwe girtine. Ew biriyardariya Sakîne ya di wan şertên bêeman de bû meşeleyek ji agirê Mazluman û her ku çu derdora xwe ronî kir. Ew ronahî bû agirê şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi pêşengiya jinan her ku diçe li Rojhilata Navî xwe belav dike…
Post Views: 35
No Result
View All Result