Şivan Xelîl-Qamişlo
Dewleta tirkî tecrîdeke giran daniya ser Rêber Abdullah Ocalan û derfetê nade parêzer û malbata wî hevdîtinê pê re bikin. Li ser mijarê Ayid Îbrahîm dîyar kir ku asta girankirina tecrîdê, asta tirsa dewleta tirkî ya li hemberî fikir û felsefeya Rêber Apo nîşan dide.
Têkildarî tecrîda girankîrî ya li ser Rêber Apo, endamê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm nêrîna xwe ji rojnameya me re wiha rave kir: “Tecrîda dewleta tirkî ya dagîrker danî ser Rêber Abdullah Ocalan derqanûnî ye. Dema dewleta tirkî tecrîdê giran dike tê wateya ku ji fikr û felsefeya wî ditirse û naxwaze firkê wî bigihîje kesên azadîxwaz, aştîxwaz û gelê Kurd yê li her çar parçeyên Kurdistanê.”
Ayid Îbrahîm herwiha da zanîn ku ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo ya li dijî desthatdarî û faşîzmê dewleta tirkî pir tangav bûye û axaftina xwe wiha domand: “dewleta tirkî her tim ji kesên aştîxwaz û azadîxwaz ditirse. Rêber Abdullah Ocelan ne li gorî berjewendiyên dewletên netewperest û kapîtalîst e. Ji bo wê heta ji destê wan tê tecrîda li ser giran dikin. Lê ev ne qanûni ye û kesên azadîxwaz vê qebûl nakin .”
Ayid Îbrahîm da diyarkirin ku dewleta tirkî ti caran nikariye fikrê Rêber Apo bixe nava çar dîwaran. Ji ber wê tecrîdê giran dike û dixwaze di şexsê wî de gelê Kurd jî qir bike. Ayid Îbrahîm herwiha da xuyakirin ku dewleta tirkî çi bike bila bike wê nikaribe li hemberî hêza pergala Rêber Apo û belavbûna vê fikrê bisekine.
Ayid Îbrahîm axiftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Rêber Abdullah Ocalan ti carî xwe di zindanê de nabîne, ji ber wê her tim xwediyê firik û felsfeyeke azad e û bi azadî dijî. Ji ber wê jî rêberê me di dilê me de azad e. Ew her tim bi fikir û felsefeya xwe, di nava me de ye û em jî bi vê fikir dikarin rast û azad bijîn. Herwiha em soz didin ku emê her tim şopdarên riya wî ya azad bin û emê bi vê fikrê faşîzma dewleta tirkî jî têk bibin.”





