Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên gerîla balafireke TB2 Bayraktar xistin

19/07/2021
in ROJEV
A A
Hêzên gerîla balafireke TB2 Bayraktar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Gerîla di 21’ê Gulanê de balafireke keşfê ya artêşa Tirk a bi tîpa TB2 Bayraktar xist. Li ser rêbaza xistina balafirê agahî nehate dayin

Yek ji balafirên bêmirov ên biçek SÎHA ya bi tîpa TB2 Bayraktar ji aliyê hêzên gerîla ve bi rêbazeke cuda hate xistin. Ev balafira ku ji aliyê şîrketa zavayê Erdogan ve tê çêkirin, ji sala 2015’an û vir ve di şerê dijî Kurdan de gelekî tê bikaranîn.

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê, berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike. Artêşa Tirk sê meh in tevî ku bi her cûre teknîkê êriş dike û bi binpêkirina pîvanên şer, sûcê şer dike, li hemberî gerîla nikare bi pêş ve biçe û li cihê ku xwe gihandiye, asê maye. Gerîla li gel berxwedanê, her wiha bi rê û rêbazên serdema nû çalakiyan dikin û derbê li dagirkeran dixin.

BAYRAKTAR TB2 LI HERÊMA ZÊBARÎ HATE XISTIN

Yek ji çekên ku artêşa Tirk li dijî gerîla bi kar tîne, balafirên bêmirov ên biçek û bêçek (SÎHA-ÎHA) ne ku ji aliyê şîrketa Baykar a zavayê Erdogan Selçûk Bayraktar e. SÎHA ya bi tîpa Bayraktar TB2 ku artêşa Tirk ji sala 2015’an û vir ve li Kurdistanê gelî bi kar tîne û li Sûriye, Lîbya û Qerebaxê jî jê sûd wergirt, niha ji Qatar, Ûkrayna û Azerbaycanê re jî tê firotin. Di 25 rojên destpêkê yên êrişên dagirkeriyê de ku şer lê giran bû, SÎHA’yeke bi tîpa Bayraktar TB2 ji aliyê gerîla ve hate xistin. Li gorî agahiyan, balafira keşfê 21’ê Gulanê li herêma Zêbarî ya navçeya Akrê hate xistin. Herêma qalkirî qadeke çiyayî ye ku di navbera herêma Kurojehro ya Zapê û qada Heft Tebax a Garê de ye.

LI SER RÊBAZA XISTINÊ AGAHÎ NEHATE DAYIN

Gerîla ji ber sedemên ewlekariyê eşkere nakin ku bi kîjan rêbazê ev balafira keşfê xistine. Hêzên gerîla gelek caran bi çekên giran derb li helîkopterên artêşa Tirk xistin û ev agahî beriya niha li nava raya giştî hatin parvekirin. Çalakbûna Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal û rewşa balafira hatiye xistin ku zêde zerar lê nebûye, nîşan dide ku bi rêbazên cuda hatiye xistin. HPG’ê di vê der barê de heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye.

ANF

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.