Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta tirkî tola binkeftina xwe ji girtiyên hilde

19/07/2021
in ROJEV
A A
Dewleta tirkî tola binkeftina xwe ji girtiyên hilde
Share on FacebookShare on Twitter

Koordînatorê Komîsyona Girtîgehan ya Baroya Wanê Abdulkadir Kûtevî diyar kir ku piştî destpêkrina grevên birçîbûnê, girtiyên siyasî ji mafên xwe yên hiqûqî hemûyan bêpar hatine hiştin.

Parêzer Abdulkadir Kûtevî da zanîn ku pêkanînên li dijî girtiyên siyasî girantir bûne û da xuyakirin ku wê ji rewşeke neyînî hikumet berpirs be.

Koordînatorê Komisyona Girtîgehan ya Baroya Wanê Abdulkadîr Kûtevî li ser tecrîd, greva birçîbûnê û zextên li ser girtiyên siyasî ji ANF’ê re axivî.

Kûtevî diyar kir ku têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan ya li girtîgehan, ji Wezareta Edaletê û raya giştî ya Tirkiyê bersivek negirtine û wiha got: “Em bifikar in ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê. Veguherîna rojiya mirinê binpêkirina mafê jiyanê ye ku bi destûra bingehî hatiye ewlekirin. Berpirsyarê vê jî wê desthilatdarî û piştevanên wê bin. Mecbûrî ye ku bersiv ji daxwaziyên hiqûqî û qanûnî re bên dayîn. Wezareta Edaletê divê vê yekê bibîne.”

Parêzer Kûtevî diyar kir ku bi taybetî piştî destpêkirina korona û qanûna nû pêkanînên li ser girtiyên siyasî girantir bûne û wiha dewam kir, “Hevdîtinên bi malbatan, parêzeran û derfetên tenduristiyê tên astengkirin. Ya herî girîng jî girtiyên ku divê bên berdan zêdeyî saleke li girtîgehê tên hiştin. Têkildarî vê yekê serlêdanên li Dadgeha Destûra Bingehî zêde bûne. Di vê çarçoveyê de ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin, ku ji bo qedandina binpêkirina mafên mirovan û tecrîdê hatine lidarxistin, divê rayedar gaveke cidî biavêjin. Grevên birçîbûnê xesareke mezin dide hişê civakî û aştiya civakî. Em dixwazin tecrîd tavilê bi dawî bibe.”

ANF

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.