Rojnameya Ronahî

Ciyê Tirkiye lê be çareserî li wir nîne

Zekî Bedran
Dewlemên endamên Koalisyonê civîna xwe kirin. Diyar kirin ku ji bo Sûriyê alîgirên çareseriya siyasî ne. Li aliyê din Emerîka dubare diyar dike ku wê li Sûriye û Iraqû li hemberî DAIŞê têkoşînê bidomîne. Lê ji bo derxistina Tirkiyê ji Sûriyê ti hewldan û daxuyaniyên wan nînin. Baş e wê di têkoşîna li hemberî DAIŞê de çawa bi ser bikevin? Tirkiye naxwaze bi ciyên dagîr kirîn jî bisekine. Dixwaze tevayiya Rojava ji holê rake. Çawa ku piştî civîna koalisyonê wezîrê karê derve yê Tirkiyê M. Çavuşoglu, diyar kir ku rewşa li Sûriyê nayê qebûlkirin. Erdogan jî got, emê li Libya û Sûriyê bimînin. Çavuşoglu ku dibêje rewşa Sûriyê nayê qebûlkirin, armanca wî ne wêranî û zehmetiya gel dikişîne, ne jî çareserî ye. Derdê wî Rojava û hebûna Rêveberiya Xweser e. Li gorî wan divê Kurd û statûya wan tinebe.

Tirkiye dibêje, bila Emerîka û hêzên din nebêjin YPK û PKK ji hev cuda ne. Hulusi Sayin bal kişand ser Koalisyonê û got, “bila ti kes henekê xwe li me neke.”James Jeffrey, nûnerekî Emerîka yê kevin bû. Navbera wî û Tirkiyê pir xweş e. Yên rê dayîn Tirkiyê ku Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr bike, di serê wan de Jeffrey tê. Wî jî got, me çi kir me Tirk nedan bawerkirin. Weke din dibêje, hêzeke Rojava ku gefê li Tirkiyê bixwe jî nîne. Yek ji kesên herî zêde Tirkan nas dikin Jefrey ye. Lê hê ev dijminiya Tirkan ya li hemberî Kurdan tam fêm nekiriye. Lewra dewleta tirkî paşroj û selameta xwe li ser nebûna Kurdan ava kiriye. Heta Trump jî şaş mabû. Gotibû, ez vê dijimiya kûr ya li hemberî Kurdan fêm nakim. Çawa ku biçin taştê bixwin wisa diçin şer.

Rêveberiya faşîst ya Erdogan û Bahçelî piştî hatina rêveberiya Biden jî, di her hevdîtinê de dibêje, bila Emerîka têkiliya xwe ji YPGê bibire, bila YPGê bixe lîsteya terorîzmê. Dibêjin, di perçiqandina Kurdan û tasfiyekirina wan de alîkariyê bidin me. Ku hûn wisa bikin ji bo çareseriya her pirsgirêkê û her tawîzê em amade ne.

Dewleta tirkî Efrînê ji Kurdan vala dike. Li Şûna gelê koçber bûyî Tirkmen û malbatên çeteyan bi cî dike. Amadekariya ku bi ser welatê xwe ve bike, dike. Eger em bala xwe bidinê, li Qibrisê ku giraveke piçûk e, dixwaze dewleteke tirkî jê derxe. Rûm federasyonê pêşniyar dikin. Tirk wê jî qebûl nakin. Lê dema dor tê ser Kurdan, dibêje, bila ne navê wan hebe ne jî statûyeke wan.

Heta ku dagîrkeriya tikrî li Sûriyê hebe ti çareseriyên siyasî nabin. Lewra derdê wan perçiqandin û tinekirina wan e. Weke din li Sûriyê habûna Tirkan bûye hêlîna melenetê. DAIŞ, El Nusra û tevayiya bermayiyên çeteyan bi pêşengiya Erdogan bi rêxistin dibin. Van çeteyan li Libya û Ermenistanê dixe nava şer. Tevayiya welatên ereban bi Ixwaniyan tehdîd dike. Ewropa jî di navê de terorê derbasî dinyayê tevê dike. Herêma Idlibê ketine binê parastina Tirkiyê de. Ji van hêzên bi xwe ve girê dayîn bi navê “Artêşa Sûriyê ya Milî” artêşeke şerê navxweyî ava kiriye. Ku nikaribe Esed bibe jî wê bixebite ku van çeteyan bike şirîên desthilatdariyê û rejimê dorpêç bike. Rewşa hêzên weke Rûsya ku rejimê diparêzin jî heman tişt e. Ew jî sirf ji bo berjewendiyên xwe û bidestxistina awantajan dixebitin.

Tirkiye dixwaze li Sûriyê çi bike? Wê çiqas bimîne, niyeta wê ya vekişînê heye? Ti kes ne van pirsan dike û ne li xema wan e. Weke din Tirkiye dixebite herêmên nû dagîr bike, di serî de herêmên xweser Sûriyê tevê tevlîhev bike. Bi vî awayî wê li Sûriyê çareseriya siyasî çawa çêbe? Bi milyonan koçber wê çawa vegerin? Tersê wê, wê Tirk bi dagîrkeriyên nû jimara koçberan pirtir bike.

Ji bo Rojava û herêmên ji DAIŞê hatîn rizgarkirin ser deh hezarî re şehîd hatin dayîn. Barê giran yê şer li ser milê Kurdan û gelên herêmê yên din bû. Lê hêzên koalisyonê di hevdîtin û bazara kirîn de Kurdan û rêveberiyên xweser li derve digirin. Gelo Emerîka, Fransa, Ingilistan yan kîjan dewletên din weke gelê herêmên xweser berdêl dane? Weke din ji ber ku Kurdan û gelê herêmê bi Emerîka û hêzên koalisyonê re tev digerin, dewletên weke Tirkiyê bûne dijminên wan. Lê hêzên koalisyonê hê li herêmên xweser xwedî dernakevin. Gel di binê tehdîda tinekirin û dagîrkirinê de ye. Di vê mijarê de dewleta tirkî û rejima Esed weke hev difirikin. Lê koalisyon garantiyê nade gel, desteka siyasî nade. Divê di vê mijarê de rêveberiya xweser hêzên sûrî yên demokrasiyê dixwazin hêzên xwe bikin yek, li hemberî dagîrkeriyê rawestin û ji bo çareseriyê bi awayekî çalak tev bigerin.