Rojnameya Ronahî

Çarşema Rewşenbîriyê

Hediya HISÊN/Qamişlo

Bi armanca xwedîderketin li doza kurdî û projeya neteweya demokratîk li rojavayê Kurdistanê, Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê dest bi pêngava “Çarşema Rewşenbîrî” kir û her Çarşem li baxçeyê xwendinê yê li Qamişlo saet 6ê êvarê li dar dixe.

Piştî rabûna qedexeya çûnhatinê (ya ji ber nexweşiya korona), ji 29ê Nîsanê ve Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê ji bo xwedîderketina li dîroka Kurdan û kombûna rewşenbîran, her Çarşem li baxçeyê xwendinê semîneran dide. Her Çarşem rewşenbîrek xwe pêşiniyar dike ku semînerekê bide. Piştî semînerê rewşenbîr û kesên amade di nava xwe de gotûbêj dikin.

“Yêkîtiya rewşenbiran berhemeke vê şoreşê ye”

Derbarê mijarê de hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî li ser mijarê wiha axivî: “Çawa ku tê zanîn rojavayê Kurdistanê, di serdemeke tijî berxwedan re derbas bû û heta niha jî dibe. Hem gelek destkeftî çêbûn, hem me gelek şehîd dan. Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê jî berhemekîe vê şoreşê ye. Sala 2014an, saziya me hat avakirin. Ji dema avakirinê ve erkê parastina dîrok û wêjeya kurdî girtiye ser milê xwe. Di konfersa çaran de me biryar da ku dest bi pêngava danasîna şoreşa Rojava, dîroka Kurdan û parastina wan bikin. Li 8 bajarên herêma Cizîrê ofîsên me hene û li her 8 ofîsan hefteyê rojek ji bo semîneran e.”

Dirêî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka nakokiyên nava partiyên Kurdan, ji sala 2017an ve bi gotar, nivîs û semîneran xebatê dikin.

Kurdiyar herwiha da zanin ku bi semîneran hişmendiya pêwîstiya yêkîtiya neteweyî ava dikin û axaftina xwe wiha domand: “Çiqas em zana û rêxistinkirî bin, emê ewqas bikarin xizmeta civaka xwe bikin. Ji ber wê me dest bi vê pêngavê kir.”

“Erkê rewşenbîran xizmeta civakê ye”

Kurdiyar bal kişand li ser rola rewşenbîran ya di civakê de û got, rewşenbîr di her qada jiyanê de girêdayî civakê ne. Hin kes derketine, dibêjin, çi têkiliya rewşenbîran bi polîtîka û partiyên siyasî ve heye? Rewşenbîr nivîskar e, dikare helbest û çîrokan binivîse. Ev fikir şaş e û ji rastiya erkê rewşenbîriyê dûr e. Em ti carî bi wî çavî li rewşenbîran nanêrin. Rewşenbîr kesê di nava civakê de ye, xwedîhelwest e, nerîna wî ya li ser paşrojê heye û xizmeta civaka xwe dike. Ji ber wê ev pêngav vê zihniyetê radike. Semînerên me civakî, fikrî, siyasî û dîrokî ne. Em dixebitin rewşenbîran bi rêxistin bikin, pirtir bidin naskirin û wan nêzî civakê bikin.

Kurdiyar Dirêî got, ne şert e rewşenbîrê semînerê bide endamê saziyê be, her rewşenbîr dikare xwe pêşinyar bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Projeya me her Çarşem heye û çi kesê bixwaze dikare amade bibe. Em dixwazin bi vê pêngavê li rojavayê kurdistanê rewşeke rewşenbîrî ava bikin. Rewşenbîr girêdayî çi partiyê be û çi fikrî be ne girîng e, ya girîng ku em bikarin xizmeta gelê xwe û xebatê bikin. Herwiha ji bo dema pêş jî projeyên ku em çanda xwendina pirtûkan belav bikin û baxçeyê xwendinê weke yê li Qamişlo li her bajarî çêkin, hene.”